Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) ji ber cezayê ku li Dr. Mehmet Selîm Olçerî hatiye birîn, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Ji ber lêpirsîna Komeleya Têkoşîna li Dijî Xizaniyê, Sarmaşikê hatibû vekirin, dadgehekê 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Dr. Mehmet Selîm Olçerî birîbû. Olçer di navbera salên 1990 û 1995an de Serokê Konseya Navendî yê Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) û endamê Lijneya Avakaran a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) bû.
TIHVê gotiye ku bila zext û zorên li ser mafparêzan bidawî bibin û wiha dewam kiriye: “Têkoşîna li dijî xizaniyê ya ku yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên giran e, bi ti awayî ne sûc e.”
TIHVê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Olçer doktorekî gelekî baş û mafparêzerî xwerû ye. TIHVê wiha gotiye: “Komeleya bi navê wê yê kurt Sarmaşik, ji roja ku hatiye avakirin ji bo pêşî li xizaniya bajêr bigire û wê ji holê rake lêkolîn li qadê kirine, alîkariya xidayê, cil û bergan, tenduristiyê, perwerdeyê, sotemeniyê, cihê manê û yên din daye bi hezaran malbat û şexsan û piştgirî û alîkariya civakî xurt kiriye.”
Weqfê destnîşan kiriye ku bi girtina komeleyê re ji sê hezaran zêdetir malbatên alîkariya darayî û madî bi wan re dihate kirin, ji vê alîkarî û piştgiriyê bêpar mane.
“Xebatên komeleyê yên li dijî xizaniyê dikirin, bûne mijara dozê û bi îdiaya ku têkiliya hin kes û xizmên (mam, xal, birazî, xwarzê, xaltîk, metik, diş, neviyê bira/xwişkan û yên din) hin malbatê alîkariya darayî/madî ji komeleyê werdigirin ‘bi rêxistinên terorê re heye’, çend roj ji ber di lijneyên rêveberî û kontrolkirinê yên komeleyê de cih girtiye, bi tohmeta ku ‘digel ne di nava hiyerarşiya wê de be jî bi zanebûn û bi xwestek alîkariya rêxistinê kiriye’ cezayê girtîgehê li xoşewîst Selîm Olçerî hatiye birîn.
“Di ser re jî ceza nehatiye kêmkirin, nehatiye taloqkirin an jî ti biryareke din a alternatîf nehatiye dayîn. Ev cezayê ku bi îdiayên bi zorê hatine berhevkirin û neberbiçav in, û yê ji derveyî aqil, wicdan û hiqûqê, nayê qebûlkirin.”
TIHVê her weha xwestiye ku divê demildest ceza were betalkirin.
Derbarê Komeleya Sarmaşikê de
Di sala 2006an de li Amedê 32 saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, şaredariya bajarê mezin û saziyên pîşekariyê hatibûn ba hev û komeleyeke serbixwe ava kiribûn. Komeleyê lêkolîn li ser xizaniyê amade dikirin û têkoşîna li dijî xizaniyê dida.
Sazî di 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016an de di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de a hejmar 677an de hatibû girtin. Alîkarî ji ser 5 hezar û 400 malbat ango nêzîkî 32 hezar mirovî hatibû qutkirin. (AS/FD)