Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) Rapora Navendên Dermankirinê ya Sala 2022yan aşkere kiriye.
Li gorî raporê, di sala 2022yan de hezar û 201 kesan ji ber ku îşkence yan jî kiryarên xirab li wan an jî li xizmên wan bûne, serî li weqfê dane.
Di sala 2022yan de rêjeya kesên ku ji ber îşkence li wan bûye yan jî rastî kiryarên xirab hatine û serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê dane, li gorî salek berê, ji sedî 22 zêde bûye.
TIHV ji sala 1990î û vir ve, xebatên rehabîlîtasyonê ji bo kesên îşkence li wan bûne û xizmên wan dike. Di dîroka saziyê de rêjeya herî bilind di sala 2001ê de hatiye tomarkirin. Piştî wê salê, sala duyem a ku rêjeya serlêdanan zêde ye, sala 2022yan e.
Serokê TIHVê Metîn Bakkalciyî jî di pêşeka raporê de bal kişandiye li ser vê rewşê.
Ji bo pitikeke 3 salî serî lê dane
Li gorî raporê ji hezar û 201 kesên serî li saziyê dane jê hezar û 117 ji bo xwe, 84an jî ji bo xizmên xwe serî li nûneriyên TIHVê dane û gotine, îşkence li wan yan jî li xizmên wan bûne.
Hezar û 79 kesan ji nava Tirkiyeyê, 38 kesan jî ji derveyî Tirkiyeyê serî lê dane.
762 kesan ji ber îşkence di nava sala 2022yan de, yên din ji ber di salên din de îşkence li wan bûye, serî lê dane.
Di nava van kesan de pitikeke 3 salî jî pîr/kalekî 76 salî jî hebû.
Ji sedî 56,9ê serlêdaran mêr, ji sedî 39,1 jin, ji sedî 4 jî LGBTI+ bûn.
Gefxwarin, heqaret li wan bûye
Ji sedî 70,2yê serlêderan gotiye ku destwerdana laşî li wan kirine, ji sedî 83,4an gotiye, heqaret li wan bûye û gef li wan xwarine, ji sedî 45,2yê diyar kiriye ku îşkence li wan bûye.
497 kesan gotiye ku destên wan li pişt wan hatine kelemçekirin.
Ji sedî 43,5ê wan îşkenceya zayendî li wan bûye, 3 kesan gotiye tecawiz li wan bûye. Tacîza zayendî ya laşî li 80 kesî bûye.
Raporê bal kişandiye li ser serlêdanên kesên LGBTI+ û hatiye diyarkirin ku ji ber destwerdanên di Meha Rûmetê de bûne, meha Hezîranê gelek kesan serî li wan dane.
Dîsa TIHVyê diyar kiriye ku îsal zêdetir kesan serî li navendên TIHVê yên Amed, Wan û Cizîrê dane. Li gorî raporê, ji sedî 68,8ê serlêdaran ji bajarên kurdan e. (AS/FD)