Duh derketibû holê ku li Îzmîrê, navê îşkencekar Esat Oktay Yildiranê di salên 1980yî de li Girtîgeha Hejmara 5an a Amedê îşkence li girtiyan kiriye, dane dibistaneke seretayî ya li navçeya Bûcayê ya Îzmîrê. Piştî bertekan, Wezareta Perwerdeya Netewî daxuyaniyek weşand û got ku ew tişt nayê qebûlkirin û ew nav ji dibistanê hate rakirin.
Weqfa Mafên Mirovan (TIHV) ji bo nîqaşên ku piştî vê bûyerê bûne û kesên pesnê îşkencekaran dane, daxuyaniyek nivîskî weşand. TIHVê got ku gotinên hatine kirin, “ji bo civak û mirovahiyê rûreşî ye.”
Weqfê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsî û got, Îşkence teqez qedexe ye û divê pesindayîna îşkenceyê û îşkencekaran bi bêcezatiyê neyê parastin:
“Îşkence sûceke kul i dijî rûmeta mirovahiyê tê kirin. Hiqûqa cîhanî ya Tirkiye jî parçeyek jê ye, îşkenceyê teqez qedexe dike. Ne di rewşa şerî de ne jî ti rewşeke awarte, di ti rewşê de nabe îşkence bê kirin.
Qanûna Cezayan a Tirkan pejirandiye ku sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin û sûcê îşkenceyê, nabe li gorî dema yasayî bê nirxandin û bêncam bimînin. Digel ku teqez qedexe ye, îşkencekirin, pesindayîna îşkenceyê û îşkencekaran çi demên berê, çi îro sûc e û nabe bi bêcezatiyê bê parastin.” (AS/FD)