Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Bi qedexeya derketina derve ya kêm tesîr li milyonek û 809 kesan bûye. Mafê jiyanê yê welatiyan hatiye binpêkirin.
Bi raporê hatiye eşkerekirin ku ji 10ê Tebaxa 2015ê ve li 10 bajar û 43 navçeyan 218 caran qedexe hatiye îlankirin.
Li van bajaran qedexe hatiye îlankirin.
Amed (127 caran),
Mêrdîn(32 caran),
Colemêrg(20 caran),
Şirnex(13 caran),
Bilîs(8 caran),
Êlih(3 caran),
Mûş(4 caran),
Çewlig(5 caran),
Dêrsim(5 caran),
Elezîz (1 caran).
Li 43 gundên Amedê hê jî derketina derve qedexe ye.(AS/MB)