Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd deklarasyona xwe ya hilbijartinê li Salona Dawetan a Ayaz Elegence ya li Peyasa Amadê bi daxuyaniyekê ragihandin. Her weha Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ji Partiya Çep a Kesk û partiyên siyasî yên Kurd ên li Herêmê pêk te.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Dmeokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, ji Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sîna Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel tev li daxuyaniyê bûn.
Piştî daxuyanî hat xwendin, hevserok û serokên partiyan mafê axaftinê girtin. Di deklerasyonê de bal hat kişandina ser "têkoşîna hevpar" û wiha hat gotin: “Guman nîne ku dema em bi hev re bibin yek, em ê bi ser bikevin. Yekitiya Kurdan azadiya Kurdan e.”
“Tifaqa me ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên gelê Kurd e”
Kurdiya deklarasyonê ji hêla Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyelî ve hate xwendin. Bozyelî armanca tifaqê anî ziman û got: “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku xwezaya piralî ya civaka Kurdistanê nîşan dide, di hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê da bên lidarxistin de ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên gelê kurd û avakirina demokrasiyeke bi pîvanên gerdûnî, xwedî bernameyeke zelal û helwesteke diyar e. Tifaqa me, naskirina mafên netewî yên demokratîk ên gelê kurd ku ji netewebûnê derdikeve, weke daxwazeke rewa û mirovî li gorî hiqûqa gerdûnî bi nav dike. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bi aktorên siyasî yên kurd re li ser esasê wekheviyê, wê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke, asta pêşketina aborî û refaha civakî zêde bike.”
Sancar: Ev tifaq wê bi ser bikeve
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar diyar kir ku şahidiya kêliyeke dîrokî hatiye kirin û got, “Di serî de serkeftin ji we re dixwazim. Demek dirêj e em di nava lêgerîna tifaqa Tirkiye û hêzên demokrasiyê de ne, me berê navê wê kiribû 'Civîna Demokrasiyê'. Îro me encamên girîng bi dest xistin. Me ev tifaq ji vir, ji Kurdistanê ava kir. Ne hewce ye ku em vê tifaqê bi hemû îtîfaqên me yên din re rêz bikin, têkoşîna bi hev re ji bo pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Qebûlkirina rêya diyalog û muzakereyê terikandina rêyên înkar û şer e.
Sancar anî ziman ku ew bi têkoşîna xwe bûye mifteya guhertina îqtîdarê û got, “Divê ti kes gumanê neke, em ê bi van tifaqan bi hêz bimeşin. Di nava tifaqan de hin nakokî hebin, ji ber ku îtîfaq ew e ku nêrînên cuda li hev bîne. Ya girîng ew e ku bi îradeyek hevpar pirsgirêkan çareser bikin. Em çi ji destê me tê dikin, hûnê bibînin ku ev mesele hemû çareser dibin, bila kes reşbîn nebe. Em li seranserê Kurdistanê Çepa Kesk ava dikin. Bila rêya me zelal be, ev tifaq wê bi ser bikeve."
Uçar: Em hêzê ji gelê xwe digirin
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçarê bal kişand ser girîngiya tifaqa ku wan ava kirine. Uçar got, “Em serbilindiya Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd in ku îro hat ragihandin. Bi vê tifaqê em hîn zêdetir mezin bûne û em ê ber bi destkeftiyan ve biçin. Hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartineke awarte ye, hilbijartina sedsala ku em tê de ne.
Cehaleta ku em li Komara Tirkiyeyê dijîn, hewce dike ku bibe rewşek nû. Têkoşîna azadiyê her tim hebûye û wê hebe. Em hêzê ji gelê xwe digirin. Em polîtîkaya nirxan dimeşînin. Silav li kesên ku van nirxan afirandine. Silav ji kesên sirgûn û zindanan re, me emanet girt û em ê hîn mezintir bikin. Em ji bo serketinê bi ser bikevin û ev serkeftin wê ya me hemûyan be.”
“Serkeftin ya me Kurdan e”
Ji komeleya DDKDê Abdulhey Okumuşî got, “Bi salan li ser Kurdan polîtîkaya îmha û înkarê meşandin, lê bi ser neketin. Li girtîgehan jî heman polîtîka kirin, lê bi ser neketin. Em Kurd bûne sembola berxwedanê, lewma serkeftin wê dîsa ya Kurdan be. Em Kurd li her derê meclîsê şer dikin. Azadî nêzîk e. Ger em tifaqa xwe baş bi kar bînin teqez em ê bi ser bikevin. Serkeftin ya me Kurdan e, serkeftin ya Partiya Çep a Kesk e.”
“AKP-MHP li dijî hemû Kurdan û gelan e”
Hevserokê KCDê Berdan Ozturkî bi silavkirina Dayikên Aştiyê dest bi axaftina xwe kir û got, “Siyaseta Tirk şer û tecrîda li ser Birêz Ocalan kûrtir kiriye. Li çar parçeyan êrîşî hemû saziyan û Kurdan kirin. Her tim li dijî me ne û ev şer berdewam kirin. Ev tifaq ji bo Kurdistanê rojeke gelek girîng û dîrokî ye. Êrîş êrîşa li ser nasnameya me ye. Divê em bersivê bidin van êrîşan. AKP-MHP li dijî hemû Kurdan û gelan e. Lewma divê bersiva me dîrokî be. Serkeftin ya me ye."
“Ji bo yekitiya Kurdan xebatên me didome”
Di nav Partî û saziyên ku di Tifaqê de cih digirin partiyên din ên mîna PAK û hakparê cih nagirin Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hayrettîn Altunî vê rewşê ji bianetê re nirxand û diyar kir ku hevdîtinên wan bi partiyên din re jî berdewam dike, di rojên pêş de hejmara partiyan zêde bibe. Altunî balê kişand ser yekitiya Kurdan û got:
“Em wek partiyên heremên demokratîk temamî aliyê Kurdan re hevdîtinên me hene.ji bona itifaqa kurdî û ji bo yekitiya Kurdan xebatên me berdewam e lê belê hinek nakokî jî hene hinek partiyên me tevlî nebûne ew tevlînebûn jî me diêşîne lê belê di pêvajoyê de ez bawer im ew ê partiyên Kurdistanî em ê hemû yekrêz bin em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin.Van partiyan tu bazarek xwe tuneye lihevkirina wan li ser pêvajoya gelê Kurd e li ser têkoşîna gelê Kurd e. Hemû bi hev re di vî serdemî de em dibêjin sed wekîl lê belê ji sedî zêdetir em ê wekîl derxînin û em ê bi hev re herin meclîsa Tirkiyê. Li Bakurê Kurdistanê em ê bi temamî partiyan re hevditinan çêkin û hevdîtinên me jî bi encam bin”
“Ger em şer bikin, em ê bi ser bikevin”
Her weha Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Asîtî û parlementera HDPê ya Amedê Dersîm Dagê, civîna îtifaqa Kurdan ji bianetê re nirxandin, bal kişand ser rojeva hilbijartinê û yekîtiya Kurdan. Aşitî got:
“Bêyî yekîtiyê serkeftin nabe. Divê em xeletiyên xwe diyar bikin û bi hev re tevbigerin. Çima em li dijî van hemû zextan li ber xwe nadin? Çima em nikarin erka xwe bi cidî pêk bînin? Divê em van li ber çavan bigirin. Divê em xeletiyên xwe bibînin. Ger em şer bikin, em ê bi ser bikevin.”
Dersîm Dag: “Îro careke din 7 partiyên kurdî daxuyanî dan û gotin em ê di vê hilbijartinê de itifaqa xwe bidomînin û ev itifaq bila bibe sedema yekitiya gelê kurd û di heman demê de bila bibe sedema azadiya gelê kurd. Em hêvî dikin ku ev itifaq roj bi roj mezin bibe û yekitiya netewiya gelê kurd ava bike.”
Partî û saziyên ku di Tifaqê de cih digirin û deklarasyon îmze kirine ev in:
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)
Partiya Însan û Azadî (PÎA)
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Partiya Azadî
Partiya Çep a Kesk”
(RY/AY)