Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Austin Tice ji beriya 5 salan, di sala 2012ê de li Sûriyeyê hat revandin. Pênc sal in ku ti agahî ji wî nehatine standin.
Austin Tice îro bû 36 salî.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) û malbata Austin Tinceyî, dê û bavê wî, Debra û Marc Ticeyî kampanyayek dan dest pê kirin.
RSF û malbatê bang kirin ku ji bo Tince neyê ji bîr kirin bila her kes peyamekê ji bo rojbûna wî belav bike.
Malbatê diyar kir dema kurê wan azad bibe dê gelek keyfxweş bibe ku bibîne ew nehatiye ji bîr kirin.
Hûn dikarin peyamên ji bo rojbûna Austin Tinceyî li vê derê binivîsin.
Austin Tice
Austin Tice ji bo McClatchy, The Washington Post û CBSyê wek rojnamegerê serbixwe dixebitî.
Ew di 11ê Tebaxa 1981ê de hatiye dinê.
Di 14ê Tebaxa 2012ê de ew li Sûriyeyê hat revandin. (EA/MB)