Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanistî (BTK) malparên Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DIHA) û Ajansa Nûçeyan a Jinê (JÎNHA) qedexekirin.
Piştî ku Serokatiya Ragihandin û Telekomînîkasyonê (TIB) hat girtin, biryarên qedexekirinê bi destê BTKê ve didome.
Beriya niha malpera DIHAyê 43 caran, malpera JINHAyê jî 8 caran bi destê TIBê hatibû qedexekirin. BTKê bi biryara xwe ya di 23ê Tebaxê de malperên "dihanews.win" (DIHA) û "jinnews.pw" (JÎNHA) qedexekirin.
Çi bûbû?
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê Erdogan di axavtineke xwe de wiha gotibû: ‘Em hewl didin ku li dijî faliyetên vê rêxistinê, mekanîzmayeke îstixbaratê ava bikin. Weke mînak em ê TIBê bigirin. Ji ber ku qirêjahiyên mezin li wir jî hene.’
15 roj piştî wê daxuyaniya Erdogan di 17ê Tebaxê de TIB hate girtin û hemû wezîfe û rayeyê wê dewrê BTKê hate kirin.
(EA/YO)