Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê, John Bass ji ber ku dema wî ya karkirinê temam bû dê ji Tirkiyeyê biçe. Di civîna xatirxwestinê de Bassî bersiva pirsên rojnamegeran daye.
Hatibû îdiakirin ku li Balyozxaneya Amerîkayê hin kes têne veşartin ku biryara desteserkirina wan hatiye dayin. Bassî li ser îdiayan gotiye:
“Ti kesên xwe li Balyozxaneya amerîkayê diveşêrin nînin. Ti xebatkarên me ji dadkirinê narevin.”
Li gor nûçeya Sevîl Erkûşê ya li rojnameya Hurriyetê weşiyayî balyozê Amerîkayê ev peyam dane:
*Me li ser girtina xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê agahî nestandine lê em di dîyalogê de ne.
*Biryara nedana vîzeyan biryara hikûmeta Amerîkayê bû.
Çi bûbû?
Polîsan xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê Metîn Topûz desteser kiribû li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya li rojnameya Hûrriyetê ji bo xebatkarekê dî jî biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Di 4ê Çiriya Pêşiyê de dema xebatkarê balyozxaneyê bi lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatî girtin balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ji vê rewşê nerihet e.
Li ser vê yekê:
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê daxuyandiye ku li Tirkiyeyê vîzeya ji bo çûyina Amerîkayê dê neyê dayin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê daxuyandiye ku ew jî dê vîzeya ji bo çûna Tirkiyeyê nede.(EKN/MB)