Ji bo nûçeya (1) (2) Tirkî bitikîne
Hat ragihandin ku hiseyên 11 şîrketên dewletê dewrê Fona Halxweşiyê hatin kirin.
Şîrketên ku bi biryara Lijneya Wezîran ve wê hiseyên wan dewrê Fona Halxweşiyê werin kirin wiha ne: THY, PTT, BOTAŞ, Ziraat Bank, Halkbankasi, Eti Maden, Çaykur, Turkiye Petrolleri, Borsa Istanbul, TURKSAT û Turk Telekom (6.8).
Biryara Lijneya Wezîran li ser derbasbûna Bankeya Tirkiyê Ziraat, Barkirina Petrolê û Xetên Boriyê (BOTAŞ), Petrolên Tirkiyê (TPAO), Teşkîlata Poste û Telgrafan (PTT), Borsa Istanbul, TURKSAT bi temamî û hiseyên Turk Telekomünikasyon AŞ, Eti Maden û Çaykurê di Rojnameya Resmî de belav bû û ev sazî derbasî Fona Halxweşiyê bûn.
Herwiha 46 xeynî menqûlên li Stenbol, Isparta, Aydin, Antalya, Îzmîr, Kayseri û Muglayê jî dewrê Fona Halxweşiyê hatin kirin.
Serokwezîrtî: Polîtkayên rêvebirina saziyan dê neyê guhertin
Serokwezîrtiyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku wê hevpariyên bi şirîkên navneteweyî yên wan şîrketan û polîtîkayên rêvebirinê bi heman awayî dewam bike.
Di wê daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku wê Pilana Vebirhêna Stratejîk ji hêla Lijneya Wezîran ve were erêkirin û Fona Halxweşiyê ya Tirkiyeyê wê wan şîrketan di çarçoveya vê yekê de birêve bibe.
Yigit Bulut di rêveberiyê de ye
Li gorî Rojnameya Ticaret Sicilê şêwirmendên serokomariyê Yigit Bulut Kerem Alkin, Himmet Karadag û Oral Erdogan li Lijneya Rêveberiya Fona Halxweşiyê ya Tirkiyeyê hatine tayînkirin û serokê lijneyê jî Mehmet Bostan e.
Hat ragihandin ku tayînkirinên li lijneyê ji hêla Serokwezîr Binali Yildirim ve hatiye kirin.
Fona Halxweşiyê çiye?
Fona Halxweşiyê ya Tirkiyeyê di 2ê Tebaxa 2016an de weke pêşnûmeya qanûnê pêşkêşî meclisê hate kirin û di 20ê Tebaxcê de bi dêngên koma AKPê ve hat qebûlkirin.
Dihat gotin ku Fona Halxweşiyê wê ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî hatiye avakirin.
Lêbelê Fona Halxweşiyê ji pacedayînê muxaf e, dikare li dijî qanûna parastina heyînên çandî û xwezayî tevbigere û Sayiştay nikare wir kontrol bike.
(HK/YO)