Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyeyê (THIV) yê Cizîrê Dr. Serdar Kuni di 19ê Cotmehê de hat girtin û wî şandin Girtîgeha Şirnexê.
Serokê IHDê (Komeleya Mafê Mirovan) ya Şaxa Colemêrgê Îsmaîl Akbulut jî di 18ê Cotmehê de li mala xwe hat binçavkirin û polêsan bi saetan li mala wî lêgerîn pêk anîn malê belawela kirin.
THIV û IHD bi daxuyaniyeke nivîskî xwest ku ew her du parazvanên mafan serbest werin berdan.
Lijneya Rêveberiya THIVê daxuyand ku Dr. Serdar Kuni bi îdiayên xeyalî hatiye girtin û wiha got:
“Li Cizîrê gelek dijwar e ku mirov karê xwe li gorî etîka pîşeyî pêk bîne. Di nav van şert û serdema hanê de Dr. Serdar Kuni yê ku bi awayekî dilxwaz û kedhelal li Cizîrê peywîra xwe pêk dianî, hat girtin.
“Girtina Dr. Serdar Kune astengkirina kar û hewldanên THIVê yanê heldanên li dijî îşkenceyê bi xwe ye.
“Ev bi hiqûqiya ku li endamê me tê kirin divê demildest bi dawî bibe û Dr. Serdar Kuni serbest were berdan.”
IHD: Sedema girtina wî jî negotin
Di daxuyaniya IHDê de jî hat gotin ku Serokê wan ê Şaxa Colemêrgê Îsmaîl Akbulut hê jî li Emniyeta Colemêgê binçavkirî ye, ji ber ku nahêlin bi parêzeran re hevdîtin bike nehatiye zanîn ka sedema binçavkirina wî çiye û got:
“Di vî serdema hanê ku şer û pevçûn zêde ne de, binçavkirina parazvan û aktîvîstên mafên mirovan bi ti awayî nayê qebûlkirin.
“Em dixwazin ku Îsmaîl Akbulut û hemû aktîvîstên mafên mirovan ku hatine binçavkirin, bila demildest serbest werin berdan û em bangî emniyet û dozgeriya Colemêrgê dikin ku bila li gorî rêziknameya Nyê tevbigerin.”
(AS/YO)