Vê hefteyê li Tirkiyeyê yeka wan xwemalî 3 fîlm wê li sînemayan were nîşandan.
Di Fîlmê "The Matrix Resurrections" de Keanu Reeves, Carrie Anne Moss, Jessica Henwick, Jonathan Groff û Yahya Abdul-Mateen lîstine.
Fîlmê "The Matrîx"ê di dîroka sînemeyê da ciyekî girîng digre û "The Matrix Resurrections" jî fîlmê rêza çaran yê vî fîlmî ye. Di fîlmî de qala vegera Neo û Trînîtyya serlîstikvanên fîlmê hatiye kirin.
"Her tişt li ser halê xwe ye"
Derhêneriya fîlma "Her tişt li ser halê xwe ye" François Ozon dike û di fîlmê da Sophie Marceau, Andre Dussollier, Geraldine Pailhas, Charlotte Rampling û Eric Caravaca dilîzin.
"Pêl û Rêç"
Derhêneriya fîlma "Pêl û Rêç"ê Emre Kavuk dike û di fîlmê qala çîroka dayik û qîzika bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê didin tê kirin.
Di fîlmê da Pelîn Karahan, Cem Zeynel Kiliç, Meral Çetînkaya, Goncagul Sunar û Damla Alîbeşe dilîzin.
Senaryoya fîlmê jî bi destê Yasemîn Zorlu û Ayhan Zorlu hatiye nivîsandin. (FD)