Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gokhan Dûrmûş, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGS) ji bo piştevaniya 16 rojnamegerên ku di 16ê Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin, serdana Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê kiriye.
Sekreterê Giştî yê DFGê Cûma Daş, Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna û rêveberên DFGê pêşwaziya şandeya TGSê kirine.
Cûma Daş diyar kiriye ku rojnamegerî di her qonaxê de bi zehmetiyan re rûbirû dimîne û gotiye: “Ne 16 rojnameger, rojnamegerek jî bê desteserkirin divê em heman bertekê nîşan bidin. Piştevanî dê me xurttir bike.”
“Divê demildest rojnameger were azadkirin”
Serokê TGSê Gokhan Dûrmûş jî anîye ziman ku bi hatina pêvajoya hilbijartinê re zextên li ser rojnamegeran zêde dibin û girtina 16 rojnamegeran, qanûna sansûrê, qanûna dezenformasyonê amadekariya hilbijartinê ye.
Dûrmûş destnîşan kiriye ku 16 hevalên me yên rojnameger ji bilî ragihandina nûçe û agahiyan tu tiştek nekirine û divê demildest azad were azadkirin. Dûrmûş gotiye ji bo rojnamevan bigihîjin azadiya xwe divê têkoşîna xwe mezintir bikin û her ku rojnameger bitirsin dê desthilat hin bêtir bi ser wan ve biçe û ew ji bo piştevaniya 16 hevalên xwe yên rojnamegeran hatine Amedê. (HA/AY)