Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyeyê (TGS) ji bo rojnamegerên ku di 15 rojên dawîn da hatine desteserkirin û girtin, li ber Edlîyeya Stenbolê ya Çaglayanê çalaki pêk anî. Di 15 rojên dawîn da 28 rojnameger hatiye desteserkirin û 8 rojnameger jî hatine girtin.
Di çalakîyê da pankarta “Rojnamegerî ne Sûc e” hatiye bilindkirin û rojnamegeran ji bo serbestberdana hemkarên xwe bang li Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê kirin.
Rojnamegerên ku di 15 rojên dawiyê de hatine girtin Rojnamegerên ku ji ber nûçeya mirina endamê MİTê yê li Libyayê weşandine hatine girtin ev in: o Barış Terkoglu (Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê) Ji ber nivîsên wî yên li ser medyaya civakî yên derbarê rewşa li Idlibê Alptekîn Dûrsûnoglû, Berpirsê Weşanê yê Ajansa Nûçeyan a Yakin Dogûyê jî hatibû girtin. Her weha xebatkarê Rawin Sterk jî dema li Edirneyê rewşa penaberan dişopand hatibû girtin. |
Rojnameger weke hedef tên nişandan
Banû Tûna, Seroka Şûbeya Stenbolê ya TGSyê li vir axivî û got: “Rojnamegerî, pîşeyeke ji bo parastina berjewendîyen gelî. Armanca rojnamegerîyê, parastina berjewendîyên deshilatdar an yên hinek alîyan nîne, armanc parastina berjewendîyên civakê ne.”
Tûna weha pêde çû: “Em edaletê dixwazin ji ber ku em ji bo berjewendîyên welêt dinivîsin nek berjewendîyên xwe. Em edaletê dixwazin, çimkî rojnamegerî ne sûc e. Em li vir bang li Wezîrê Dadê dikin hemkarên me yên ji ber karên xwe yê rojnamegerîyê hatine girtin bila serbest bêne berdan. Hiqûq û edalet, wê rojek ji bo her kesî pêwîst be”
Dûrmûş: Di rojekê da çi guherîye
Gokhan Dûrmûş, Serokê Giştî yê TGSyê jî got:
“Her çiqas li ser avahîya pişt me ‘Qesra Edaletê’ nivîsandî be jî biryarên girtina rojnamegeran, em dizanin biryarên dadyane nîne, sîyasî ne. ”
Dûrmûşî dirêjî da axavtina xwe û got; “4 hemkarên me rojek berê ji ber heman sûcî serbest hatin berdan, di nava rojekê da çi guherî ew dîsan hatin girtin? Dozger piştî rojek ji serbestberdana wan îtiraz dike, dozger di rojekî da çi delil komkirî ye? Rojek berê tişta ku ne sûce, roja din çawa dibe sûc? Dema ku mirov van tiştana di ber çav da derbas dike,bi zelalî dikarin bêjîn ku rojnamegerî di bin êrîşekê de ye. ”
Dûrmûşî di axavtina xwe da got; “Ez bang li Wezîrê Dadê dikim, ji bo azadîya çapemenîyê li Tirkiyeyê mayîn de be divê rê bidin bila avahîyên edaletê bêalî kar bikin û bila lijneyên dadgehan bi vîna xwe ya azad biryara bidin.” (HA/AY/FD)