Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Jinan û LGBTI+an a Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, ji ber 25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundkariya li ser Jinan rapora xwe ya derbarê tundkariya li ser rojnamegerên jin û LGBTI+an weşand.
Civîn li avahiya TGSyê ya li Cagaloglûya Stenbolê pêk hat û endamên komîsyonê tevlî rojnamegeran beşdarî civînê bûn. Li ser navê komîsyonê rêvebera TGSyê Çagri Sariyê metna ku hatiye amadekirin xwend.
"Haya me ji tepeserkirinan heye"
Sariyê di axavtina xwe de got:
"Em ditirsin ku dema em ber bi 25ê Çiriya Paşiyê Roja Piştgirî û Têkoşînê ya Navnetewî ya li Dijî Tundkariya li ser Jinan ve diçin û piştî ku li Parlamentoyê Yaseya Dezenformasyonê ya em jê re dibêjin Yaseya Sansurê hate pejirandin, em ê van tiştan bêhtir bijîn.
"Bi Yaseya Sansurê re îro mafê wergirtina nûçeyan a civakê asteng dikin. Piştî ku li Parlamentoyê hate qebûlkirin bi 10 rojan 11 rojnameger hatin desteserkirin û 9 ji wan hatin girtin, ev bi xwe delîlê vê ye.
"Ji 9 rojnamegerên ku di 25ê Çiriya Pêşiyê de hatin girtin 5 jê jin in. Rojnamegerên jin her roj li kolanan, li çalakiyan, di dema daxuyaniyên çapemeniyê de ango di dema şopandina nûçeyan de tundkariya laşî, devkî an jî psîkolojîk li wan dibe. Hêzên ewlekariyê tundkariyê li rojnamegerên jin dikin, cidakariya zayendî dikin. Li gorî daneyên Koalisyona Jinan a di Rojnamegeriyê de, di sala 2021ê de li seranserî cîhanê li dijî rojnamegerên jin û LGBTI+, her ji çar bûyerên tundkariyê yek jê li Tirkiyeyê bûye. Ev rêje di sala 2022yê de ji sedî 43,9 zêdetir bûye.
"Tirkiye di nava welatên Ewropa û OECDyê de welatê ku herî zêde rêjeya jinên mêr tundkariya laşî an jî zayendî li wan dike ye.
"Me weke Komîsyona Jinan û LGBTI+an a TGSyê beriya niha bi demekê xebatek derbarê tundakriya hêzên ewlekariyê kir. Em ji bajarên cuda bi 13 rojnamegeran re axivîn. Yek ji pirsên me, 'Di dema şopandina kîjan çalakiyê de herî zêde tundkariya hêzên ewlekariyê li we dibe?" pirsî.
"Di nava pirsan de hatiye gotin uk "Êdî ez nema dikarim bibêjim filan çalakî ye, rewşeke li gorî kêfê heye. Bi piranî ew çalakiyên ku naxwazin bên bihîstin tundkariyê li me dikin, me asteng dikin ku em dîmenan bikişînin.
"Li gorî çavdêriyên xwe û zanyariyên ji sendîkayê re dihatin me pirseke din kir. Ew jî ev bû, "Di 6 mehên dawiyê de li gorî nêrîna te asta tundkariyê û guraniya wê zêde bûye?". Ji 13 rojnamegeran 12 rojnamegeran ango ji sedî 92,3yê rojnegeran ev çavdêriya me piştrast kirin."
"Em dibînin! Em tundkarî, vederkirin, tunehesibandina li rojnamegeran, jinan, LGBTI+an dikin, dibînin.
"Em fam dikin! Em tiştên ku dixwazin veşêrin, bêdeng bikin fam dikin. Haya me Komîsyona Jinan û LGBTI+an a Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ji tepeserkirinan a li dijî rojnamegeran heye.
"Sedema esasî ya vê tundkariya li me dibe, ji ber ku em guh û çavên civakê ne pêk tê.
"25ê Çiriya Paşiyê ne tenê roja ku em li dijî tundkariya li ser jinan derdikevin û têkoşînê dikin e. Rojeke wiha ye ku em tê de piştgiriya jinên ji ber pîşeyên xwe tundkarî li wan hatiye dikin.
"Êdî em naxwazin nûçeyên tundkariya li ser jinan çêbikin. Di dema çêkirina nûçeyan de em naxwazin tundkarî li me bibe. Em betalkirina Peymana Stenbolê betal nakin ya ku ji bo mafê jiyanê yê jinan pêwîst e." (EMK/FD)