Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) derbarê rewşa hiqûqî ya 16 rojnamegerên girtî de li avahiya sendîkayê ya Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist.
16 rojnameger di 16ê Hezîrana 2022an de hatibûn girtin.
Nûnerê TGSyê yê Amedê Mahmut Oralî di civînê de diyar kir ku, wan di rojên cuda de li Girtîgeha Amedê bi rojnamegeran re hevdîtin pêk anîne û da zanîn ku rojnamegerên girtî ji mafê xwe yê tenduristî, mafê xwe yê xwe perwerdekirinê, jiyana wan a taybet û mafê wergirtina nûçeyan bêpar in.
"Hinek rojnameyan nadin rojnamegeran"
Oralî diyar kir ku her çend di van hevdîtinan de hin şert û merc hatibin başkirin jî gelek binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin: "Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û BirGûnê nadin rojnamegeran; Halk TV, KRT, Tele1, Artî TV tên astengkirin û bi vî rengî mafê azadiya çapemeniyê yê rojnamegeran tê binpêkirin.
"Krîza aborî ya derve li hundir xwe dide der, rojnamegerên ku ji kar û bar qut bûne, bi bihayên giran ên kantînê re rû bi rû dimînin; li gorî bihayê kargehên pîşesaziyê fatûreyên zêde yên elektrîkê li wan dibirin. Mafên civakî yên wekî sohbet, çalakiyên civakî û werzîşê bi qasî ku li gorî zagonan tê xwestin nayên destnîşankirin. Nameyên rojnamegeran naşînin û nameyên ji wan re tên jî nadin wan. Serlêdanên nexweşxaneyan bi derengî dikevin, rojnameger bi kelepçeyê tên dermankirin. Du kelemçeyan li zendên rojnamegerên jin dixin û kiryarên nebaş li wan pêk tînin û wan dibin nexweşxaneyê. Lêgerîna tazî li rojnamegerên jin tê ferzkirin. Kamerayên ku li qawîşan hatine bicihkirin, mehremiyeta wan a şexsî ji holê radikin."
"Dozgeriyê 197 roj in îdianameya xwe amade nekiriye"
Oralî diyar kir ku derbarê 16 rojnamegerên bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatine girtin de hêj îdianame nehatiye amadekirin; "Ev tam 197 roj in dozgeriyê îdianameya xwe amade nekiriye. 197 roj in hempîşeyên me bêyî ku zanibin bi çi tên sûcdarkirin, di nava nezelaliyê de ji azadiya xwe bêpar mane; Ji malbat, zarok û hevalên xwe veqetiyane. Binçavkirina hempîşeyên me yên rojnameger ku divê rojekê jî neyên girtin, demeke maqûl derbas kir û veguherî cezakirinê, hema bêje veguheriye bicihanîna cezayî. Ger ku dozgerî şeş û nîv meh nekaribe sûcî teşhîs bike, bila hevalên me serbest berde. Ger ew sûcekî bibîne, divê di zûtirîn demê de îdianameyê amade bike û piştrast bike ku ew bêne pêşberî dadgerîyê. Divê demildest dest vî tiştî berde ku beriya dadgehkirinê wan ceza dike."
"Em ê dev ji rojnamegeriyê bernedin"
Oralî diyar kir ku rojnamegerên girtî yên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne, silavên xwe ji bo xebatkarên çapemeniyê şandine, sala nû pîroz kirine û gotine ku ew ê dev ji rojnamegeriyê bernedin.
Çi bûbû?
Di 20ê Çiriya Pêşiyê de polîsan li 9 bajaran avêtibûn ser ofîsên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê û rojnamegerên li van herdu ajansan kar dikin. 12 rojnameger desteser kiribûn. Nûçegîhana Jinnewsê Derya Ren, ji ber ku di dosyayeke din de cezayê lê hatibû birîn, pesend bûbû, yekser girtin û şandin girtîgehê. Her weha rojnameger Zemo Aggoz, ji ber ku pitika wê ya 48 rojî hebû, bi şertê kontrola edlî serbest bû. Midûra Nûçeyan a MAyê Dîren Yûrtsever, nûçegîhan Emrûllah Acar, Bêrîvan Altan, Selman Guleryuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînli î Hakan Yalçin, nûçegîhanên Jinnewsê Oznûr Deger û Habîbe Erenar hatibûn girtin. (RY/FD)