TFFê ceza li Amedsporê birî
TFF'ê ji ber bûyerên di maça Wansporê de rû dane li Amedsporê 220 hezar TL ceza birî.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber bûyerên di maça Wansporê de cezayê pere li Amedspora ku di Lîga 1emîn a Trendyolê de ye, birî.
Di maça ku di 23’yê Sibatê de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hate lîstin de ji ber “bûyerên ku alîgir bûne sedem” 220 hezar TL ceza li Amedsporê hate birin.
Di maça navborî de Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk biribû.
Heta niha di salên 2025-2026’an de bi giştî dora 5 milyon TL cezayê pere li Amedsporê hatiye birin.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.