Texsiya difire ya ceyranê ku ji aliyê şîrketa Alman Liliumê hat çêkirin û dikare çik rabe û dayne. Wê qonaxa yekemîn a fira ceribînê temam kiriye.
Texsiya Liliumê ku navenda wê Munîha Almanyayê ye, ragihand ku leza texsiya difire ya ceyranê di saetê da 100 km derbas bûye û qonaxa yekemîn a fira ceribînê temam bûye.
Di daxuyaniya şîrketê da hat destnîşankirin ku texsiya difire ku kapasîteya wê pênc kes e, gihîşt leza di saetê da 100 km û qonaxa yekemîn a fira ceribînê temam kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, şîrketa Almanan a ku texsiyê çêdike, wê yekê plan dike ku sala 2025an texsiyê li bajarên mezin têxe xizmetê û herwiha bi awayekî serkeftî temambûna qonaxa yekemîn, ji bo zêdekirina kapasîteya çêkirinê handan e.
Herwisa di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Liliuma ku 350 xebatkarên wê hene, dê li nêzîkî Munihê fabriqeya duyemîn jî ava bike û heya 2025an dê 500 îstixdamên nû jî pêk bîne.
Di baskên texsiya difire ya navborî da 36 eded motorên ceyranê hene.
Texsiya difire gava ji bo firînê bi temamî amade bû, dê xwedî 300 km menzîlê be û herwiha di saetê da dê bigihîje 300 km lezê.
(MB)
*Çankanî: Önder Beyter |AA