Narîn Guran di 21ê Tebaxê de winda bûbû û di 8ê Îlonê saet di 08.45an de termê wê di nav çem de di çewal de hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de endamên malbatê jî di nav de ji gund 22 kes hatin desteserkirin. Îfadeyên 22 gumanbaran yên li Edliyeya Amedê Alîkarê Serdozgerê Komarî û 3 dozgeran di 12 saetan de girtin. Piştî îfadeyan dozgeran daxwaza girtinê 9 kes şandin dadgehê.
3 jê bi şertê kontrola edlî bi giştî 13 kes serbest bûn.
KUŞTİNA NARÎN GURANÊ
Îfadeya dayîk, bav û birayê Narînê hat girtin
Kesên hatine girtin û sûcên wan ev in:
Dayika Narînê Yuksel Guran û birayê wê Enes Guran bi tohmeta ku '“bûne hevkarê kuştina bi qestî” bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Pismamê Narînê, Muhammet Kaya, dotmam Bîrsen Guran û Maşallah Guran, karkerê Salim Guranê girtî R.A. û Mehmet Selîm Atasoy û Mehmet Şevket Kaya bi tohmeta ku “piştgiriya sûcdar kirine, delîlên sûc li holê rakirine” bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
LÊPİRSÎNA NARÎN GURANÊ
"Min di 21ê Tebaxê de termê Narînê avêt nava çem"
Dozgeriyê apê Narînê Fuat Guran jî bi tohmeta ku “delîlên sûc li holê rakiriye” û bi daxwaza girtinê şand dadgehê.
Melîke Guran, Kurtuluş Guran û Omer Faruk Gûran bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Bavê Narînê Arif Gûran, pismamên wê Ogulcan, Osman, Devran Gûran, jinapa wê Melîke Gûran, apên wê Bariş, Memduh û Halîl Îbrahîm Gûran, meta wê Azîze Kaya û karkarê Salim Gûran Omer Yildiz hatin berdan.
Danişîna 9 kesên ku ji bo Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Nobedar hatin şandin, di 12ê Îlonê saet 23.30an de dest pê kir.
Narîn Guran hat definkirin
Danişînê heta saet 06.00ê sibê dewam kir. Piştî darizandina 7 saetan dayîka Narînê Yuksel Guran û birayê wê Enes Guran bi tohmeta ku “bûne hevkarê kuştina bi qestî” hatin girtin.
Pismamê Narînê Muhammet Kaya û dotmam Bîrsen Guran, jinapa wê Maşallah Guran, xebatkarê Salim Gûranê girtî Mehmet Selîm Atasoy û hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya bi tohmeta ku 'alîkariya sûcdar kirine, delîlên sûc li holê rakirine' hatin girtin.
R.A.yê ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin, bi sedema ku ji 15 salî biçûktir e bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Gûranê de apê wê Salim Gûran û Nevzat Bahtiyar jî di nav de hejmara kesên hatin girtin derket 10an.
Tê çaverêkirin ku apê Narînê Salim Gûran piştî îfadeyên 22 kesan yên li cendirme, dozgerî û dadgehê hatin girtin, dê îro dîsa ji bo jêpirsînê bibin Edliyeya Amedê.
Salim Guranê ku di lêpirsîna Narînê de hatibû girtin ji wezîfeyê hat dûrxistin
(ED/AY)