Parêzerên Yildirim li Lijneya Çavdêriyê û Rêvebiriyê ya Girtîgeha Tîpa F a Bi Hejmar 1 ya Îzmîrê îtiraza biryara taloqkirinê cezê kir. 2emîn Dadweriya İnfazê ya Îzmîrê, îtiraz red kir.
Dadweriyê di biryara xwe ya di 3ê Îlona 2026an de diyar kir ku di biryara lijneya girtîgehê de "ti tişteke li dijî rêbaz û qanûnê tune ye".
Ev biryar di serdemeke wisa de hat dayîn ku PKKê biryara fesixkirin û dawîanîna li têkoşîna çekdarî dabû.

Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir
Cezayê dîsîplînê nîne lê tehliye jî nîne
Li gorî ku di biryara bihêcet de hatiye nîşandan, Lijneya Çavdêrî û Rêveberiyê ya Girtîgehê ragihandiye ku Yildirim erkiyên xwe yên di girtîgehê de aniye cih, li gorî berpirsiyariyên jiyana hevpar tevgeryaye, zerar nedaye kelûpelên saziyê û guhdariya rêzikên bicihbûna odeyê û paqijiyê kiriye.
Her wiha lijneyê da zanîn ku Yildirim gef li peywirdarên girtîgehê ango girtiyên din nexwariye û tehrîq û şer nekiriye, beşdarî çalakiyên sporê bûye, xûyê wî yê xwendina pirtûkan heye û ti cezayê wî yê dîsîplînê yê ku nehatibe rakirin nîne.
Di karûbarên wî yên têkildarî kelûpel, name û razandina pere de jî hat diyar kirin ku "ti nîşaneya xebatên rêxistinî nehatiye dîtin".

Her biryareke taloqkirina tehliyekinê, mafê azadiya Mehmet Sait Yildirim binpê dike û tenduristiya wî têk dibe
Axavtinên di dema hevdîtinê de weke hêcet hatin nîşandan
Tevî vê yekê, lijneyê hin gotinên Yildirim ên di hevdîtina girtî ya di 30ê Adara 2026an de ku bi vasiyê xwe re kiribû, wekî "xwedî li îdeolojiya rêxistinê derdikeve" û "ji ramana rêxistinî dûr neketiye" nirxand.
Li gorî biryara lijneyê Yildirim di hevdîtina bi wasiyê xwe re ji bo neberdana xwe gotina "dîlê/rehînê siyasî" bi kar aniye û ji bo pêvajoya girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî gotiye "komploya navneteweyî". Ev herdu gotin weke hincet hate nîşandan ku ger bê berdan “wê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re bidomîne.”
Lijneyê her wiha destnîşan kir ku Mehmet Saît Yildirim qebûl nekiriye biçe servîsa psîkososyal û daxwaza hevdîtina takekesî ya ku ji bo wî hatibû kirin red kiriye, di mijara nîşandana poşmaniyê de pêşveçûnek nîşan nedaye, ji bo tevlêbûna civakê amade nîne. Lewma lijneyê diyar kir ku bi dengê hemû endaman lijne gihîştiye wê encamê ku ew “ne di nava halê baş de ye.”
Li gorî vê nirxandinê, lijneyê biryar da ku serbestberdana bi şert a Mehmet Saît Yildirim ne guncav e û dîroka nirxandina bê wekî 24ê Mijdara 2026an hate diyarkirin. Li dijî vê biryarê, ji dema teblîxatê pê ve di nava du hefteyan de rêya îtirazê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1ê ya Îzmîrê vekirî hate hiştin.

Mehmet Sait Yildirimê ku krîza dil derbas kiribû, ji nexweşxaneyê dîsa birin girtîgehê
Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin.
Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Hevdîtina bi lijneyê re bi rageşî derbas bûbû û weke hevdîtinên berê yên lijneyê, dîsa "poşmanî" li Yildirim hatibû ferzkirin. Yildirim piştî vedigere odeya xwe krîza dil derbas dike û hevalê wî yê odeyê rayedarên girtîgehê ji rewşê agahdar dike û wî dibin nexweşxaneyê.
Parêzerên Yildirim gotibûn ku dema Ocalan krîz kiriye, pêşî birine nexweşxaneyeke li Bucayê û lê ji ber ku li wê derê qawîşa girtiyan tune bûye, ji wir birine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê.
Her weha parêzeran destnîşan kiribû ku Yildirim anjiyo bû û du stent xistin dilê wî ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtî bûye û Yildirim ji mirinê filitî.
Di 28ê Tebaxê de Yildirim dîsa ji nexweşxaneyê biribûn girtîgehê.
Çi bûbû?
Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.
Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi "fermana Wezaretê" de di hucreya yekkesî de tê girtin.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.
(HA/AY)







