Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî ya Brîtanyayê Plana Berxwedana li Dijî Nefretê ji bo salên 2016-2020ê amade kiribû. Wezaretê ji bo wê planê vîdeoyek amade kiriye.
Wezaretê ji bo bernameyê 1,5 milyon paund cida kiriye. Ew kesên di vîdeoyê de keseka serê xwe nixamtî, kesekê li ser kursîkê biteker, du keçên lezbîyen in ku li dijî wan gotinên nefretxwaz têne gotin.
Wezaretê diyar kiriye ku gelek sûcên nemaze li cihên onlîne têne kirin wek sûç nayê dîtin û ew hewil didin vê hişmendiyê biguherin.
Li gor wezaretê mijarên di rojevê de ji bo zêdebûna sûcê nefretê rêyê vedike.
Piştî referandûma ji bo Brexitê û êrîşên terorî, sûcên nefretê ji sedî 23 zêde bûye.
(LM/EKN/MB)