Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dema ku nûçegihanê Ajansa Anadolûyê li çiyayê Soganliyê wêne digirtin bi kendalekê de ketibû. Piştî 13 rojan termê nûçegihanê bi navê Abdulkadir Nişancı hatiye dîtin.
Çiyayê Soganliyê di navbera bajarên Bayburt û Trabzonê de ye. Waliyê Bayburtê, Ali Hamza Pehlivanî daxuyandiye ku tîmên gihandina hewarê termê rojnamegerî dîtiye.
Kîlometreyekê li dûrî cihê rojnameger ketî termê wî hatiye dîtin. Birayê rojnamegerî piştrast kiriye ku ew term yê biryê wî ye.
Wezîrê karên navxweyî, Mevlud Çavuşogluyî li hesabê xwe yê Twîtterê daye zanîn ku termê Abdulkadir Nişancıyî hatiye dîtin.
Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê jî sersaxî ji malbatê re xwestiye.
(EMK/MB)
Serkaniya nûçeyê û wêne: Ajansa Anadolûyê