Fotograf: Rûdaw
Termê Necmeddîn Kerîm, Waliyê bere yê Kerkûkê sibê 6ê Çiriya Paşiyê wê ji Amerîkayê bibin Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê bin ax bikin.
Nivîsgeha Necmeddîn Kerîm,Waliyê berê yê Kerkûkê di 28ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de bi daxuyaniyek de aşkere kiribû, ku çend roj berî niha Necmedîn Kerîm “wek her hemwelatî û mirovekî asayî rastî celteya mejî bûye û ji ber wê yekê rakirine nexweşxaneyê.
Necmeddîn Kerîm,Waliyê berê yê Kerkûkê çend roj piştî celteya mêjî di 31ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de li Amerîkayê koça dawî kiribû.
Derbarê Necmeddîn Kerîmî de
Dr. Necmedîn Kerîm di sala 1949ande li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Heta xwendina amadeyî li wî bajarî bûye û paşê çû Mûsilê û li wir beşa doktoriyê li bajarê Mûsilê xwendiye. Kerîmî sala 1972an jî bûye Pêşmerge.
Necmedîn Kerîmî di sala 1975an de Iraq bi cî hiştiye û çûye Amerîkayê. Di sala 2009an de vegeriya Kerkûkê û ji sala 2011an heta 2017an bûye Waliyê bajarê Kerkûkê.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw