Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wêne: Kaan Bozdogan – AA
Li Gundikê Baqewsê yê Navçeya Sûrê di teqînekê de 16 kes miribûn, îro termên 13 ji wan li goristana Gundê Herbecînê hatin binaxkirin.
Term bi ambûlansan ji bo goristana Gundê Herbecînê hatine rêkirin.
13 gor hatin kolandin.
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Geşepêdanê Cevdet Yılmaz û cihgirê serokê AKPyê Mehdî Eker jî beşdarî nimêja miriyan bûne.
Saziya TIBa Dadî, bi testa DNAyê nasnameya van kesan eşkere kiribû: Seyithan Yakar, Orhan Yakar, Gerçek Yaman, Riza Yaman, Sait Yaman, Temur Yakar, Mehmet Yaman, Ugur Yaman, Salih Yaman, Davut Yaman, Emrullah Yaman, Tahir Yaman û Emrullah Yeşil.
3 Kesên li 13ê Gulanê nasnameya wan hatibû dîyarkirin hingê hatibûn binaxkirin.
Çi bûbû?
Li 12 Gulanê, li siet 22.30ê li Navçeya Sûrê ya Amedê bi teqandina erebeyeka teqemenî tê de 16 kes miribûn û 23 kes birîndar bûbûn.
Erebeyeka PKKyê li dema diçû Gundikê Baqewsê teqiyabû.
HPGyê bi daxuyaniyekê dabû zanîn ku ‘’li dema 15 ton teqemenî ji cihekê ji bo cihekê dî dihat birin teqîn çêbûye’’
Serdozgeriya Amedê 5 lêkolî dane dest pê kirin.
Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî jî daye zanîn ku ji 15 miriyan ‘’10 kes ji malekê ne, 5 kes jî ji maleka dî ne.’’(YY/MB)