Fotograf: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Boran Vûralê 9 salî li gundê Kizoglû yê ser bi navenda bajarê Amasyayê dijî. Ji ber ku li mala wî înternet tenê li ber paceyê kar dike, ew jî li ber paceyê beşdarî bernameya Tora Înformatîk a Perwerdeyê (EBA) dibe.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Vûralî telefona dêya xwe datîne ber paceyê û beşdarî li dersan dike.
Mamosteyê Vûralî dema ku xwendekarê wî li ber paceyê beşdarî li dersan dike, wêneya wî dikişine û di medya civakî de diweşîne. Omer Coşkûn, Rêvebirê Perwerdeya Netewî ê Bajêr piştî ku dîmenê Vûralî li ser medya civakî dibîne, serdana wî dike û tabletek diyarî kiriye.
Coşkûnî diyar kiriye, wêneya ku di medya civakî de hatiye belavkirin ew gelek xemgîn kiriye û weha gotiye, “Min dema wêne dît, min yekser bi rêvebirê dibistanê re têkilî li dar xist û me xwest em biçin gel xwendekarê xwe. Dema em hatin gel xwendekarê xwe ji ber ku xwendekarê me di nav şert û mercên zihmet de beşdarî li perwerdeya ji dûr ve dike, me jêre diyarîyek piçûk anî. Em weke Wezaret û Dewlet em her dem li gel xwendekarên xwe yên di nav şert û mercên bi vî awayî de perwerdeyê digirin de ne.”
Vûralî jî spasiya Coşkûn kiriye û gotiye, “Înternet tenê li ber paceyê kar dike, ji bilî wir ez nikarim li cîhekî din beşdarî EBAyê bibim. Bi zihmetî jî be ez guh li dersên xwe digirim û têbiniyên xwe dinivîsim. Lê min bêriya dibistana xwe kiriye û ez dixwazim hema dest bi dibistana xwe bikim.”(RT/AY/FD)