Fotograf: AA - Arşîv
Wezareta Tendûristiya Îranê îro ragihand, hejmara kesên ku bi sedema vîrusa nû ya koronayê Kovid-19 li wî welatî canê xwe ji dest dane, gihîştiye 124 kesan.
Berdevkê Wezareta Tendûristiya Îranê, Kiyanûş Cehanpûr îro di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 1234 haletên nû yên tûşbûna bi koronavirusê li seranserê Îranê hatine piştrastkirin û diyar kir, hejmara kesên ku li wî welatî bi vê vîrusê ketine gihîştiye 4747 kesan.
Cehanpûr da xuyakirin, ji duh ve heta îro 19 kes ku tûşî vîrusa Kovid-19 bûbûn, canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê vîrusê li Îranê bo 124 kesan zêde bûye.
Berdevkê Wezareta Tendûristiya Îranê destnîşan kir, ji destpêkê ve heta niha jî 913 tûşbûyên vîrusa koronayê baş bûne.
Ketina 2 eyaletên Îranê ji ber tevdîrên Kovid-19ê hat rawestandin
Mazenderan û Gîlana eyaletên Îranê yên ji herêmên tetîlê ji ber vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) wekî tedîr ji çûyîn û hatinê ra hatin girtin.
Huseyn Hesennejadê Alîkarê Waliyê Mazenderanê daxuyanî da ÎSNAya Ajansa Xeberan a Xwendekarên Îranê û diyar kir ku ew ê destûrê nedin wesayîtên ji bo bimînin ji rojavayê bajêr ra tên ku têkevin bajêr.
Hejmara kesên li Çînê ji ber şewba Kovid-19ê mirin derket 3 hezar û 44an
i Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovid-19) mirin derket 3 hezar û 44an.
Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya welêt di 24 saetên dawîn da 30 kesên şewba Kovîd-19ê bi wan ra hebû can dan û ev şewb bi 143 kesên nû geriya.
Tevlî vê hejmara kesên li welêt ji ber şewbê mirin 2 jê li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê bi tevahî gihîşt 3 hezar û 44 kesan. Li seranserê Çînê şewba Kovîd-19ê kişiyaye 80 hezar û 552 kesan û ji wan jî rewşa 5 hezar û 737 kesan gelekî giran e.
Hejmara kesên guman heye ku şewb kişiyabe wan 482, kesên di bin muşahadeyê da ne daket 29 hezar û 896 kesan û heya niha 53 hezar û 726 kes jî piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê şandin malên wan.
Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê mehsûr mabûn, texliye kiribûn.
Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.
UNESCO: Ji ber nexweşiyê nêzî 300 mîlyon xwendekar ji dibistanan dûr mane
UNESCOyê da zanîn ku îro li seranserê dinê nêzîkî 300 mîlyon xwendekarên welatên curbicur ji xwendinê dûr mane jiber ku karbidestan jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa Kovid-19ê dibistan girtine.
Rêvebira Giştî ya UNESCOyê, Audrey Azoulayê da zanîn ku rêjeya astengbûna perwerdê ya li seranserê dinê ti car nehatiye dîtin û ger wija bidome mafê perwerdê dikeve bin xeterê.
UNESCOye da zanîn ku got neh dewletên din dibistanên herêmî girtine. Heke ew devleten jî di seranserê welatê xwe dibistanan bigirin, hingê 180 mîlyon xwendekarên din dê ji xwendinê dûr bimînin.
Îtalyayê heta 15ê Adarê hemî dibistan û zanîngeh daxistin û bi mebesta rêgirtina belavbûna vîrusê girîngî dide perwerdeya ser înternetê.
Hefteyek berê tenê li Çînê, ku vîrusa korona ji wê derê derketibû, daxistina dibistanan qedexe bûn ew jî nîşan dide ku vîrus çawa bi awayek lezgînî li cîhanê belav dibe.
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 97 hezarî derbas bû
Li tevahiya dinyayê ji 97 hezarî zêdetir kes bi vîrusa koronayê ya nû (Kovid-19) a ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, ketin.
Di nexweşiya Kovîd-19ê da bi tevahî 3 hezar û 386 kes mirin. Li Çînê 3 hezar û 42 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 2 kes, li Îtalyayê 148 kes, li Îranê 107 kes, li Koreya Başûr 43 kes, li Japonyayê 12 kes, li Amerîkayê 11 kes, li Fransayê 7 kes, li Iraqê 3 kes, li Îspanyayê 3 kes, li Awistralyayê 2 kes, li San Marîno, Tayland, Tayvan û Filipînan her yek jê kesek ji ber Kovîd-19ê mirin.
Li Çînê 80 hezar û 552 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 104 kes û li Makauya Herêma Îdareya Taybet 10 kes bi Kovîd-19ê ketin. Li Tayvanê di 44 kesan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin. Li tevahiyê dinyayê ji 97 hezarî zêdetir kes bi vîrusa koronayê ya nû ketin.
Li gor agahiyên li ser malpera "Worldometer"a ku daneyên rojane yên der barê weqayên nû yên li welatên hat ragihandin ku lê Kovîd-19 hatiye dîtin tê berhevkirin da rewşa li dinyayê wiha ye:
"Koreya Başûr 6 hezar û 284, Îtalya 3 hezar û 858, Îran 3 hezar û 513, Japonya 1054, Fransa 423, Almanya 400, Îspanya 261, Amerîka 160, Sîngapur 117, Îngiltere 115, Swîsre 111, Swêd 88, Holanda 82, Awistralya 61, Norweç 59, Kuweyt 58, Behreyn 52, , Malezya 50, Belçika 50, Tayland 47, Kanada 45, Awistirya 41, Iraq 35, Hindistan 31, Mîretiyên Yekbûyî yên Ereb 28, Îzlanda 26, San Marîno 21, Cezayir 17, Vîetnam 16, Danîmarka 15, Îsraîl 15, Libnan 15, Uman 15, Ekvador 13, Îrlanda 13, Xirvatistan 10, Yewnanistan 10, Qeter 8, Çekya 8, Fînlandiya 7, Meksîka 6, Belarus 6, Portekiz 6, Romanya 6, Pakistan 5, Senegal 4, Rûsya 3, Filîpîn 3, Azerbeycan 3, Gurcistan 3, Brezilya 3, Zelandaya Nû 3, Şîlî 3, Endonezya 2, Misir 2, Estonya 2, Erebistana Siûdî 2, Macaristan 2, Efxanistan 1, Fas 2, Andora 1, Ermenistan 1, Kamboçya 1, Komara Dominikê 1, Urdin 1, Lîtvanya 1, Letonya 1, Luksemburg 1, Lihtenştayn 1, Monako 1, Nepal 1, Nîjerya 1, Srî Lanka 1, Tûnis 1, Arjantîn 1, Ukrayna 1, Polonya 1, Slovenya 1."
Wekî mayîn li tevahiyê dinyayê 55 hezar û 186 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn piştî dermankirinê rind bûn û çûn malên xwe. (FD)
* Çavkanî: dengêamerîka, Rûdaw, AA