Cigîrê Serokê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî têkildarî bûyerên di rojevê de ne li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist.
Temellî bal kişand ser girîngiya vekirina Meclîsê ya 1'ê Cotmehê û dema nû ya qanûndanînê û destnîşan kir ku dema qanûndanînê ya nû divê ji demên beriya niha cudatir be.
Temellî destnîşan kir û weha got:
"Me bi hev re bûyerên gelekî girîng ên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê dît. Par di 1'ê Cotmehê de destê ku Birêz Devlet Bahçelî dirêj kir, em hemû vexwend ser zemînekê ku divê di dema pêş de Meclîs bi çi rengî bixebite. Me bi qîmet û girîngiya vî destî zanîbû û bi baweriya ku divê siyaseta sûdê ji şer werdigire êdî biqede me ew dest qebûl kir û em bi înîsiyatîf rabûn. Pêşketineke din a hîn girîng di 27'ê Sibatê de pêk hat. Birêz Abdullah Ocalan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk weşand. Ev kêliyeke dîrokî û gelekî girîng bû. Vê yekê rêgeha dîrokê guhert. Ji aliyê siyaseta Tirkiyeyê ve pêşketineke din a girîng jî kongreya PKK'ê bû û di vê kongreyê de PKK xwedî li vê manîfestoyê derket, ji bo bicihanîna pêwîstiyên vê manîfestoyê gaveke girîng avêt. Piştre jî bi merasîma şewitandina çekan a 11'ê Tîrmehê re gaveke dîrokî hate avêtin. Li gel vê yekê komîsyonek ava bû û bi 5'ê Tebaxê re komîsyonê dest bi karê xwe kir."
"Divê teqez gav bên avêtin"
Sezaî Temellî ji bo gotinên 'Aştî' û civaka demokratîk' ku Ocalan di bang û manîfestoya xwe de destnîşan kir got, "Aştî û civaka demokratîk daxwaza hevgirtinê ye" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Di esasê van herdu nêzîkatiyan de, yanî nêzîkatiya aştî û demokrasiyê de çareseriya demokratîk a meseleya Kurd heye. Di vê sala qanûndanînê de divê ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd teqez gav bêne avêtin.
Komîsyonê li gel kêmasiyên xwe gavên girîng avêt. Li gelek derdorên berfireh guhdarî kir ku di nava vî karî de ye. Hîn gelek derdor hene ku divê lê guhdarî bike. Xwezî karîbûya xwe bigihîne her devera Tirkiyeyê. Lê belê weke rêbaz eger ev yek bi rêya komîsyonên jêrîn bikira, wê hîn bi bandor bûya. Karê ku hate kirin jî tabloyeke gelekî girîng bi xwe re anî. Ew tablo çi ye; hemû derdorên hatin komîsyonê xwedî nêrînên cuda jî bin, têkildarî meseleyê xwedî nêzîkatiyên cuda jî bin li cihekî gihîştin hev. Lihevkirinek çêbû. Ew jî; divê meseleya Kurd bi rengekî demokratîk bê çareserkirin."
Qanûnên tên hêvîkirin divê bên derxistin"
Temellî destnîşan kir ku ji bo sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bi cih bêne anîn divê Meclîs vê demê baş bi kar bîne û got:
Bêyî ku dereng bikeve, di dema herî kurt de çi 'qanûna çareseriyê', çi 'qanûna pêvajoya derbasbûnê', çi jî 'qanûnên entegrasyona demokratîk' divê qanûnên têne hêvîkirin hemû bêne derbaskirin."
"Li aliyê din divê li Qanûna Înfazê sererastkirin bêne kirin, dawî li girtîhiştina girtiyên siyasî bê anîn, di serî de hevserokên me Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hemû girtiyên siyasî tavilê bêne berdan. Ev yek daxwaza me ya sereke ye. Di bingeha van hemûyan de jî muxatabiya herî girîng bêguman li Îmraliyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku aktorê sereke, muzakerevanê sereke Birêz Ocalan e, rola wî ya di vê pêvajoyê de neyê jibîrkirin, muxatabiya wî tavilê bê misogerkirin. Ev yek wê pêvajoyê bi lez bi pêş ve bibe."
Me di komîsyonê de bi israr ev yek anîn ziman. Me got, hevdîtina bi Îmraliyê re hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo vê pêvajoyê ya herî krîtîk e. Divê em vê pêk bînin. Lê belê hîn komîsyonê ev nexistiye rojeva xwe. Em xwe ji vê yekê nedin alî. Ya rast ev yek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku me heta niha qalê dikir wê bibe gava herî xurt. Bi vê înîsiyatîfê rabin, bi wêrekî tevbigerin. Xwe ji wê zîhniyetê rizgar bikin ku xwe li polîtîkayên ewlekariyê digire û Meclîs xistiye bin sîstemeke wasiyetê. Bi polîtîkayên ewlekarîperestiyê pêşketin nabe. Bi polîtîkayên rantê yên sermayeyê gav nayê avêtin. Bi muzakerevanê sereke re tavilê zemîna muzakereyê divê bê afirandin."
(EMK/AY)
