Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitîkîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 265emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Temel Karamollaoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê ji bo tevlî 6emîn Kongreya Partiya xwe ya Rihayê bibe çûye Rihayê û li wir bi Malbata Şenyaşarî hevdîtin çêkiriye. Di hevdîtina ku li salona konferansa pêk hatiye de Ferît Şenyaşarî têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê Karamollaoglû agahdar kiriye.
Karamollaoglûyî jî tiştên ku qewimîne bi lêv kiriye û wiha gotiye: “Em tenê dikarin tiştên qewimîne li cihê ku em lê ne derbibirin. Ji wê wêdetir nikarin biçin. Em bi bûyerê dizanin. Xwedê alîkarê we be. Îşelah wê rojekê edalet pêk were.”
Emîne Şenyaşarê jî diyar kiriye ku êdî hêza wê têra bêadeletiyê nake û wiha got: “Malbata min xelas kirin, kurê min girtin. Alîkariya me bikin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(RT/AY)