Civan Güney Tunç ( Wêne: Murat Bayram / bianet)
Fîlma bi Zazakîyê ya bi navê “Hewno Bêreng” di Festîwala Fîlman ya Stenbolê de, li Sînemaya Atlasê duhî hat nîşandan.
Fîlma ku derhênerê wê Mehmet Alî Konar e, li bajarê Amedê hatiye amadekirin. Serlehengê fîlmê Civan Guney Tunç e. Derhênerê dîmenan Yağız Yavru ye, lîstikvan; Civan Güney Tunç, Bilal Bulut, Orhan Alıcı, Cuma Karaaslan, Midas Muhammed, Sevgi Yusufoğlu ne. Çêkerên fîlmê du şirketên bi navê Zerr Film û MTA ne. Fîl 78 deqîqe ne.
Derhêner, lîstikvan û xebatkarên teknîkê yên fîlmê ( Wêne: Murat Bayram/bianet)
Têbînî: Ji vê derê pê ve agahiyên di heqê naveroka fîlmê de hene. Heke tu nexwazî jê agehdar bibî nexwîne.
Di salên 90ê de gelek kes li kolanan têne kuştin, têne bêserûşûnkirin, serlehengê fîlmê yê bi navê Mîrza(Civan Guney Tunç ) di wê demê de zarokek e. Gelek tesîra bûyeran li wî dibe. Di wê demê de dayika wî jî dimire û ew dibêje “ez êdî newêrim ji ti kesan hez bikim.”
Mîr Ehmed, ciwanek e ku birayê wî çûye serê çiyan û hin kesên nediyar li pey wî ne. Mîr Ehmed ji bo xwe veşêre diçe mala Mirzayî. Mîr Ehmed hewil dide bi Mîrzayî re bibe heval.
(MB)