Temaşe, e-kovara sînemayê îro dest bi weşanê kiriye. Kovar wê her ji sê mehan carekê bi formata PDF û li ser malpera xwe ya fermî were weşandin.
Kovar wê nûçe û nirxandinên li ser sinemaya kurdî û ya cîhanê biweşîne û di vî warî de nêrîn û rexneyan pêşkêş bike.
Ekîba kovarê di hejmara yekê de nivîsên li ser destpêka sînemayê û destpêka sînemaya kurdî weşandine.
Di kovarê de li gel nivîsek derbarê rewşa Netfliksê, nirxandinên li ser Charlie Chaplin, Steven Spielberg, Thedoros Angelopoulos û Milos Formanî hene.
Hevpeyvînek bi Alî Kemal Çinarî re hatiye kirin
Kovarê hevpeyvîna ku bi derhêner Ali Kemal Çinarî re kiriye weşandiye. Çinarî behsa filmên xwe û rewşa sînemayê kiriye.
Rexneya pirtûka Mizgin Arslanê ya bi navê “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin”, nirxandina “12 Zilamên Hêrsok” û fîlmê “Bêkas” di kovarê de ye.
Rêzefîlma Mindhunter ji aliyê sûc û tawanê ve hatiye lêkolan. Herwiha anîmeya kult ya bi navê “Sîmyagerê Pola: Biratî” jî hatiye nirxandin.
Kovara Temaşeyê fîlmên di rojevê de daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar dê peyvên nû lê bêne zêdekirin.
Ji bo fîlm amûra sereke kamera jî bi tevger û hereketên sereke hatiye nasandin.
Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide temaşekirin.
Taybetmendiyeke kovarê jî ew e ku bi kurmancî, kirmanckî û soranî, sê zaravayên kurdiyê hatiye weşandin û li gor zanyariya ekîbê daye wê bi vî awayî berdewam bike. (FD)