Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Gungor Arslan, rêvebirê karên nivîsan û xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê di ofîsa xwe de di encama êrişa çekdarî de hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Arslanî 4 kes ji bo edliyeyê hatibûn sewqkirin ji wan 2 kes hatine girtin.
Piştî bûyerê 4 gumanbar hatibûn desteserkirin. Piştî ku îfadeyên wan li emniyete hatibû stendin ew sewqî edliyeyê kiribûn. Gumanbar Ramazan O.yê ku bi çek hatibû zeftkirin û Bûrhan P., ku hatiye nirxandin têkiliya wî bi bûyerê re heye ji aliye dadweriya nobedar ve hatine girtin.
2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Gungor Arslanê 60 salî, rêvebirê karên nivîsan û xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê di 19ê Sibatê de li ofîsa xwe ku li Kolana Mûzaffer Fîdan Taxa Cedîta navçeya Îzmîtê ye di encama êrişa çekdarî de hatibû kuştin.
Gungor Arslan di nivîsa xwe ya dawî de ku di 18ê Sibatê de weşiyabû Tahîr Buyukakin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Kocaelîyê rexne kiribû.(TP/AY)