Fotograf: Rojnameger Alîcan Ûlûdag
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rêvebiriya Emniyeta Enqereyê têkildarî êrişên li dijî mal û kargehên welatiyên Sûriyeyê daxûyanî daye.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“76 kesên ku welatiyên me provake kirine, li ser medya civakî parvekirinên nerast kirine û di bûyerên herêmê de cîh girtine, hatine zeftkirin. Ji kesên ku hatine zeftkirin 38 jê sûcên wan yên weke talankirin, brîndarkirina bi qestî, dizî û li ser xwe gerandina maddeyên hişbir hene.
Çelîk: Ew ê li pêşberî edaletê hesab bidin
Omer Çelîk, Berdevkê AKPê li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê bûyerên ku li Altindaga Enqereyê pêk hatiye de daxûyanî daye.
Çelîk weha gotiye, “Armanca van provakasyonan zirarê bigihîne mirov û welatê me. Sûc takekesî ye. Kesên sûcdar wê li pêşberî edaletê hesab bidin û were cezakirin.”
“Provakatorên ku dijminatiya penaberan dike û provakatorên ku xwe kirine şûna penaberan heman tişt kirine hedef. Hemû herdu rûyê heman madalyoyê ne. Dixwazin zirarê bigihîne mirov û welatê me.”
(EMK/AY)