Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di êrîşa bombeyî ya duh saet di 16.17an de li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê pêk hatiye de 6 kes mirine û 2 jê giran 5 kes di beşa nexweşiyên giran de tên dermankirin. Bi giştî dermankirina 26 kesan dewam dike. Ji 81 kesan 55 kes piştî ku dermankirina wan bi dawî bûye ji nexweşxaneyê hatine şandin.
Navên kesên ku mirine ev in:
Arzu Ozsoy a di sala 1984an de li Stenbolê hatiye dinê, keça wî Yağmur Uçar a di sala 2007an de li Ereğliyê hatiye dinê, Yusuf Meydan di sala 1988an de li Paluyê hatiye dinê û keça wî Ecrîn Meydan a di sala 2013an de Seyhan ji dayik bûye, Adem Topkara di sala 1982an de li Gumuşhaneyê hatiye dinê û Mukaddes Elîf Topkara di sala 1995'an de li Rîzeyê hatiye dinê.
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu îro danê sibê ragihandibû ku PKK ji êrişê berpirsyar e.
Midûriyeta Polîsan a Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî daye û ragihandiye ku di operasyonê de 46 kes hatine desteserkirin.
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê diyar kiriye ku di operasyonê da bi ser 21 navnîşanan hatiye girtin û jina bi navê A.A. ya ku bi îdiaya ku bombe bi cih kiriye li taxa Kuçukçekmeceyê di malekê da hatiye dîtin, Midûriyeta Polîsan a Stenbolê diyar kiriye ku ew welatiyê Sûriyeyê.(AS/AY)