Helbestvan Îlhan Samî Çomak di sala 1994an de di dema xwendekariya zanîngehê de ku 21 salî bû, tevî ku tu delîlên şênber nebû hatibû girtin. Dihat çaverêkirin ku duh were berdan.
Li gorî agahiya ku li ser hesabê Xê yê li ser navê Îlhan Samî Çomak hatiye vekirin, parve bûye , lijneya çavdêriyê ya îdarî 3 mehan berdana Çomak taloq kir.
Di peyama ku Çomak ji girtîgehê şandiye û li ser hesabê Xê hatiye parvekirin de wiha hatiye gotin: "Ez baş im. Ez bi hêz û li ser pêyan im. Hûn jî bi hêz bin. Ez ê bi serbilindî ji vir derkevim, ya girîng ev e."
Tam 30 yıldır cezaevinde tutulan Şair-Yazar İlhan Sami Çomak’ın tahliyesine saatler kala, İdari gözlem kurulu tahliyesini üç ay daha uzattı.
İlhan'ın mesajı: Ben iyiyim. Güçlü ve ayaktayım. Siz de güçlü olun.
Burdan başı dik çıkacağım, önemli olan budur. pic.twitter.com/9x3fak9PJU
Derbarê Îlhan Samî Çomakî de
Dadgeha Bilind Cezayê Îlhan Çomakî di cara duyemîn de jî erê kir ku sala 1994ê dema li Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Îstanbûlê xwendekar bû bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.
Îlhan Çomak di sala 2000î de ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve rastî cezayê darvekirinê hatibû û dadgehê ceza veguhestibû cezayê heta heta yê girtîgehê. Piştî biryara erêkirinê ya Dadgeha Bilind, Çomakî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû û dadgehê biryar girtibû ku Çomak "bi rengekî adilane nehatiye dadgehkirin". Çomak sala 2013ê careke din hatibû dadgehkirin lê dadgehê heman ceza lê birî bû.
Ji ber ku dema desteserkirinê de di bin îşkenceyê de zabitnameyên derbarê wî de hatibûn nivîsandin DMMEyê biryar girtibû ku careke din bê dadgehkirin. Duyemîn car dadgehkirina Çomakî di sala 2013yê de dest pê kiribû û hemû daxwazên ku di dema dadgehkirinê de biryara tehliyeyê derkeve nehatibûn qebûlkirin.
Dadgeha Destûrê jî di 28ê Cotmehê ya 2015ê de biryara tehliyeya Çomakî ret kiribû. Biryara cezayê heta hetayê ya 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo Îlhan Çomakî dabû îro ji hêla 16emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Çomak sala 1973yê li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê ji dayik bûye û 4 pirtûkên wî yên helbestan hene.