Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere kiriye ku tedbîrên ketin û derketinên ji bo hin bajaran hatiye rakirin. Wezaretê ji ber Covid-19ê ango koronavirusê ji bo hin bajaran biryara tedbîrên ketin û derketinan ragihandibû.
Wezaretê derbarê tedbîrên ketin û derketinên bajaran ji walîtiyên 81 bajaran re giştname şandiye.
Li gorî giştnameyê astengî bi rêya bejayî, asîmanî û deryayî ve ya li ser Aydin, Antalya, Erzîrom, Hatay, Meletî, Mersîn û Mûglayê hat rakirin.
Astengiya ketin û derketina li 23 parêzgehên mezin û Zonguldakê heta 19ê gulana 2020an roja sêşemê hatiye dirêjkirin.
Di giştnameyê de hatiye destnîşan kirin, ku divê tedbir li gor xalên 27 û 72 ya Qanûna Hifzissihha ya Ûmûmî bên cî bi cî kirin. (EKN/AY/FD)