Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwepêşandanên li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê li bi dehan bajarokan berdewam dike.
Heta niha di xwepêşandanan de 8 xwepêşander û 2 hêzên emniyetê hatine kuştin. Her weha bi sedan kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeyên di medyaya herêmî de tên weşandin, komek xwepêşandar hatine desteserkirin.
Duh bi şev li Çemçemalê êrîşeke çekdarî li dijî avahiya PDKyê pêk hatiye.
Bixîne - Li Herêma Kurdistanê xwepêşandan dewam dikin
Ji ber ku ev 6 meh in li Herêma Kurdistanê mehaneyên karmendan nayê dayîn, di 3ê Kanûna Pêşiyê de li Silêmaniyê mamosteyan û komeke karmendan xwepêşandanek li dar xistibû. Hêzên emniyete bi guleyên plastîk, ava şid û gaza rondikrêj midaxele li xwepêşanderan kiribû. Piştî vê rewşê li gelek navçeyên Silêmaniyê xwepêşandan destpê kiribûn.
Xwepêşandan li Pênciwên, Xurmal, Şarezor, Seyidsadiq, Kifrî, Dûkan, Tekteke, Çemçemal, Ranya, Qeladize û hin navçeyên din dibin ku bi ser Silêmaniyê ve girêdayî ne.
Xwepêşander li van deran avahiyên PDK, YNK, Goran jî di nav de yên gelek partiyan, avahiyên hikûmetê û malên rêveberên herêmî dişewitînin.
Banga xwepêşandeneke girseyî kirine
Fotograf: AA
Komeke nivîskar û çalakvanên sivîl bi navê Kongreya Dengên Nerazî, înîsiyatîfek ava kirine. Vê duh civînek çapemeniyê li dar xistiye û Ebdullah Mela Nûrî, endamê Kongreya navborî gotiye îro saet di 13.30 deqîqeyan de li ber Walîtiya Silêmaniyê xwepêşandanek aştiyane pêk bînin.
Kongreyê bang li welatiyan kiriye ku li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê, saet di 13.00ê de xwepêşandanên aştiyane li dar bixin.
Li ser vê rewşê rêveberiya Silêmaniyê li nava bajêr leşker û hêzên emniyete bicîh kirine.
The authorities in Sulaymaniyah deploy military vehicles into the city to confront today’s anti-government demonstrations.#KurdistanProtests #كردستان_تنتفض pic.twitter.com/ojdXJHmAH5
— Rebaz Majeed (@Rebaz_Majeed) December 11, 2020
Li Silêmaniyê hemû çalakî qedexe bûne
Di vê navberê de Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Silêmaniyê di 9ê Kanûna Pêşiyê de daxuyaniyek weşan kiriye û gotiye ku ew ê destûrê nedin ti çalakiyên bêdestûr. Lijneyê di daxuyaniya xwe de ev xal nîşan dane:
1- Hêzen ewlehiyê êdî rê nadin xwepêşandanên bêdestûr berdewam bibin û ser bikêşin bo alozî û tundiyê.
2- Ji niha û pê de hemû cûre kombûn û xwepêşandanên bêdestûr û ziyangihandin bi samanên giştî û taybet ku bo xizmeta hemwelatiyan in, qedexe ne, hêz berpirsiyar in bo ragirtin û serederîkirin di çarçoveya yasayê de.
3- Hemû ew kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi rêkarên yasayî dê werin desteserkirin ku ziyan gihandine bi samanên dewlet û hemû ew kesên piştî handana wan kesan hebûn.
4- Ji hemû aliyên siyasî tê daxwazkirin ku berpirsane ligel rewşê serederiyê bikin.
5-Pêwîst e kanalên ragihandinê bi berpirsyarî serederiyê ligel rûdanan bikin.
Mesrûr Barzaniyî daxuyaniyek weşandibû
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja 9ê Kanûna Pêşiyê daxuaniyek dabû û gotibû ew piştgiriya hemû mafên yasayî dikin, piştgiriya hemû xwepêşandanên yasayî û sivîl dikin lê nabe serî li tundkariyê bidin.
Barzaniyî her weha gotibû di nava xwepêşanderan de kesên ji Sûriyeyê hene.
Rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yên PDK û YNKyê her weha hin şîrovekar îdia dikin ku destê hin hêz û dewletên din di nava çalakiyan de heye.
Parlamenteran dest bi çalakiyê kirine
Fotograf: Esta media
Piştî xwepêşandanan dest pê kir û xwepêşandan û hêzên emniyetê mirin komeke Parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê, di nava avahiya Parlamentoyê de dest bi çalakiyekê kirine.
Li ser navê 15 parlamenterên dest bi grevê kirine, Ebûbekir Helednî, serokatiya parlamentoyê rexne kiriye û ji bo wan astengiyan çêdike.
Helednî destnîşan kir ku çalakiya wan heta negihî aramanca xwe wê dawî lê neyînin û got ku di bernameya wan de heye ku pêşerojê helwestek din nîşan bidin:
”Hêvî dikim ku parlamenterên din bêdengiya xwe bişkênin. Piştgiriya me bikin. Ev helwest ji bo piştgiriya şeqama Kurdî ye. Li beramberî rijandina xwîna ciwanên Kurd ku hewarekî adilane ji bo nan û azadiyê dikin helweseke. Çawa di yekem dema parlamentoyê de li hemberî şerê navxweyî parlamenteran dest bi grevê kir, me jî wiha li beramberî rijandina xwîna ciwanan û leşkerkirina bajaran, girtina çalakvanên sivîl, bêdengkirina kolanan û bêdengbûna parlantoyê helwest girtiye.”
Navê parlamenteran wiha ye
Şeyan Eskerî / Tevgera Goran, Sîrwan Baban / Serbixwe, Şirîn Kawa Germiyanî / Tevgera Goran, Elî Heme Salih / Tevgera Goran, Osman Elî / Komelya Îslamî ya Kurdistanê, Tupak Imad / Komelya Îslamî ya Kurdistanê, Ebubekir Helendî/ Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Heliz Botanî / Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Mislim Abdullah / Komelya Îslamî ya Kurdistanê, Omer Gulpî / Komelya Îslamî ya Kurdistanê, Aşna Abdullah / Tevgera Goran, Dana Mihemed / Tevgera Goran, Diyarî Enwer / Tevgera Goran, Rizgar Heme Nigreyî/ Tevgera Goran, Celal Mihemed Emîn / Tevgera Goran.
Çi bûbû?
Di 3yê Kanûna Pêşiyê de ji ber ku 6 meh in mehane nayên dayîn û rewşa aboriyê li Silêmaniyê dersdar û karmendan xwepêşandanek hate kirin. Hêzên asayişe bi gaza rondikrijandinê û ava şid, guleyên plastîk midaxale li xwepêşandanan kir û çalakvan belav kirin. Gelek çalakvan hatin desteserkirin.
Ji wê rojê û heta niha li Silêmaniyê û bajarên wê xwepêşandan dewam dikin. Niha xwepêşandan li bajarên Pênciwên, Xurmal, Şarezor Seyidsadiq, Kifrî, Dûkan, Tekteke, Çemçemal, Ranya, Qeladize û hin derên din berdewam dikin.
Di van rojan de bi guleyan 7 çalakvan mirine ku yek ji wan zarokekî 13 salî bûye. Her weha Pêşmergeyekî PDKê jî li Pênciwên miriye. Li ser hev nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.
Rêbaz Mecîd, nûçegîhanê Dengê Amerîkayê ku niha li Silêmaniyê xwepêşandana dişopîne ji bianetê re behsa rewşa dawî kiribû:
"Xwepêşandan ne li navenda parêzgeha Silemanî hene. Li bajarên biçûk hene. Pênciwên Xurmal, Şarezor, Seyidsadiq, Çemçemal, li van deran heye. Xwepêşandar genc in. Temenê wan ji 12yan destpê dike, heta 20 salî ne. Temenê kêm kesan digihê 25an. Serok û rêberekî wan nîne. Nayê zanin xwe çawa birêxistin dikin. Li cihekî kom nabin. Li cihên cida cida derdikevin.
"Ne tenê li dijî desthilatdarê, li dijî hemû partiyên siyasî ne. Avahiyên partiyên siyasî, yên hikûmetê, malên berpirsan dişewitînin. Nayê zanîn çi dixwazin. Lê em dizanin ji ber rewşa darayî serî hildane. Ew bi xwe ne meaşxwir in. Ne fermanber in. Zarokên fermanberan e ku 6 meh in meaş negirtine." (FD)
*Çavkanî: Rojnews, Esta media, Kurdistan24, NRT TV