Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku di meha Adarê de 28 rojnameger hatin desteserkirin û 8 ji wan hatin girtin, komeke rojnamegeran bi navê “Haberin Var Mı” (Te hay jê heye) înîsiyatîfek ava kirin.
Înîsiyatîfê ji bo rewşa rojnamegerên girtî di rojevê de bigirin û mafê wergirtina nûçeyan a gelî biparêzin li ser Twitterê kampanyayek bi navê “Te Hay Jê Heye” dane dest pê kirin.
Ji bo vê vîdeoyek hatiye amedikirin. Di vîdeoyê de tê gotin ku 91 rojnameger li girtîgehê tên girtin û wiha pê de çûne:
“Bêyî ku em li dezgehên lê kar dikin û helwestên wan ên polîtîk binerin, ji bo hemû rojnamegerên girtî em ê bi hev re wan deriyên hesinî bişkînin.
“Em tenê dilsozê rastiyê û pîşeya xwe ne ku bingeha wê ragihandina rastiya ya ji bo gelî ye. Em ê sere xwe ji kerî re netewînin. Ji bo mafê hînbûna rastiyan ê gelî em ê di rojnamegeriyê de berdewam bin.
“Em ê bêdeng nemînin.
Rojnamegerên ku di 15 rojên dawiyê de hatine girtin Rojnamegerên ku ji ber nûçeya mirina endamê MİTê yê li Libyayê weşandine hatine girtin ev in: o Barış Terkoglu (Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê) Ji ber nivîsên wî yên li ser medyaya civakî yên derbarê rewşa li Idlibê Alptekîn Dûrsûnoglû, Berpirsê Weşanê yê Ajansa Nûçeyan a Yakin Dogûyê jî hatibû girtin. Her weha xebatkarê Rawin Sterk jî dema li Edirneyê rewşa penaberan dişopand hatibû girtin. |
(HA/FD)