Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Tayvanê duh zewaca hevzayendan qebûl kiriye. Du sal berê Dadgeha Destûrî ya Tayvanê bi biryarekê zewaca hevzayendan pejirandibû.
Dengdana yasayê rojek beriya Roja Têkoşîna Li Hemberî Homofobî, Transfobî û Bîofobiyê ya Navnetewî pêk hatiye. Sê pêşniyarname hatine pêşkêşkirin.
Yek ji wan pêşniyarnameyan a hikûmetê bûye ku rêxistinên LGBTIyan jî ew pejirandine. Her weha parlamenterên mihafezekar jî du pêşniyarname pêşkêş kirine.
Di yên parlamenterên mihafezekar de li şûna gotina “zewacê”, hatiye xwestin ku gotina “peywendiya malbata hevzayend” an jî “peywendiya hevzayendan” bê bicîkirin.
Wê bikaribin bibin dêûbavên zarokên bêkes
Hikûmet û rêxistinên LGBTIyan li hev kirine û ev pêşniyarname derketiye holê. Lê li gorî vê pêşniyarnameyê, welatiyekî/e Tayvanê, wê nikaribe bi welatiyeke/welatiyekî wiha re bizewice ku li welatên wan zewaca hevzayendan qedexe ye.
Digel hin sînordarkirinan jî, wê êdî hevzayend bikaribin bibin dêûbavên zarokên bêkes.
Di sala 2017ê de Dadgeha Destûrî biryar girtibû ku hiqûqa mederî ya heyî mafên destûrî binpê dike û daxwaz kiribû ku zewaca hevzayendan fermî bibe.
Dadgehê ji bo guhertinên yasayî du sal muhlet dabû parlamentoyê. (PT/FD)
* Çavkanî: CNN, BBC World