Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Taylan Kûlaçoglû bi sedema di nava koma medya civakî ya bi navê “ Tevgera Bênavan” de ye hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara serbest berdana wî dabû. Kulaçoglû îro dîsan hatiye desteserkirin û dadgehê biryara girtina wî daye.
Tamer Dogan, parêzerê Kûlaçoglûyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê weha nivîsandiye:
“Miwekîlê me Taylan Kûlaçoglu piştî ku li Edliyeya Ayvalikê bi rêya sîstema deng û dîmenan (SEGBIS) beşdarî Dadgeha Ceza û Silhê ya Balikesîrê bû, biryara girtina wî hat dayîn. Dadgehê heman pirsiyarên weke berê jê pirsî. Di dema şewbê de ji ber parvekirinên medya civakî girtina mirovekî, ji bo mirina wî rê xweş kirine!”
Çi bûbû?
Ji aliyê medya û hesabên medya civakî yên nêzîkî desthilatdarê ve ji ber tevgera medya civakî ya bi navê “Tevgera Bênavan” dane destpêkirin, Taylan Kûlaçoglû û rojnameger Hakan Gulseven, Derhênerê Weşanê yê Giştî ê kovara REDê weke hedef hatibû nişandan. Piştre her du di 17ê Gulanê de hatibûn desteserkirin.
Kûlaçoglû û Gulseven bi mebesta girtinê ji bo dadgehê hatibûn sewq kirin û serbest hatibûn berdan.
Duh piştî ku dozgeriye itiraza serbestberdana Kulaçoglûyî kiribû, dîsan ew desteser kiribûn û ew girtibûn. (EKN/AY/FD)