Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm a duh li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin didome.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de gelek kesan heta sibê nobet girtin.
Ji bo Şaredariya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin
Parlamenteran li ser Kolana Bûlvan a walîtî lê ye çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Li herêma ku parlamenter lê çalakiyê lidardixin bi sedan polîs hatin bicihkirin. Parlamenteran heta serê sibê çalakiyên xwe yên nobetê domandin.
Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girt
Her weha bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, şandeya CHPê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî îro dê çalakiyeke girseyî were lidarxistin. Saet di 13.00an de meş dê bê lidarxistin û pişt re li ber avahiya şaredariyê dê daxuyanî bê dayîn.