Dayika Taybet Înan û 29 kesên din ên di dema qedexeya derketina kolanan a li Silopiyayê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku qetlîama hatiye kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Di 14ê Kanûna sala 2015an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û 35 rojan domiya.
Di dema qedexeyê de Dayika Taybet Înan li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin û hefteyekê destûr nehat dayin ku cenazeyê wê ji erdê were rakirin. Taybet Înan û 29 kesên ku wê demê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Bîranîn, li cihê Taybet Înan lê hatibû qetilkirin hat kirin.
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Girseya ku li kolaneke nêzî cihê qetilkirina Taybet Înanê kom bû, tevî astengkirinên polîsan jî ber bi cihê bîranînê ve meş li dar xist. Di meşê de wêneyên Taybet Înanê hatin hilgirtin û dirûşma “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
"Dê têkoşîna me bidome"
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan axivî. Çîmen Fîdanê komkujiyên 10 sal berê hatine kirin bi bîr xist û got: “Dayika Taybet, 10 sal berê li vê kolanê 7 rojan li erdê ma. Bi ser re 10 sal derbas bûn lê hêj jî hewl didin bîranîna wê asteng bikin. Bi ser re sed sal jî derbas bibin em ê wê wehşetê ji bîr nekin. Ew wehşet, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Heta ku kujer neyê girtin dê têkoşîna me bidome. Heta ku em xeyalên wan bicih bînin dê têkoşîna me bidome.”
Keça Taybet Înanê Halîme Akin di bîranînê de axivî û spasiya her kesî Taybet Înan nedane jibîrkirin, kir. Halîme Akinê got: “Heta mirinê jî em ê ji bîr nekin.”
Li gorî nûçeya MAyê beşdaran, herî dawî qurnefîl danîn cihê Taybet Înan lê hatibû qetilkirin. Piştre jî girse çû serdana malbatên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin û gorên wan.
(AY)

