Ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê TASSê ragihand ku Beşar Esed li Moskovayê ye.
Li gorî nûçeya TASSê ya danê êvarê, Çavkaniyeke Kremlînê li ser mijarê axivî û gotiye:
"Esad û endamên malbata wî hatin Moskowê. Rûsyayê ji ber sedemên mirovî mafê penaberiyê da wan."
Çavkaniyê ji TASSê re got: "Rûsya hertim ji bo kirîza li Sûriyeyê alîgirê çareseriyeke siyasî bûye û herwiha got ku "[...] nûnerên opozîsyona Sûriyê yên çekdar derbarê ewlekariya baregehên leşkerî û nûneratiyên dîplomatîk ên Rûsyayê de garantî dane û bi wan re di têkiliyê de ne."
Çi bûbû?
Komên cîhadîst yên bi serkêşiya Heyet-i Tehrîr’uş Şam (HTŞ) û endamên girêdayî Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ku Tirkiye piştgirîya wan dike, di çarçoveya êrişên ku di 27ê Mijdarê de dabûn destpê kirin de bajarên Heleb, Hema, Humus, Dera, Kuneytire û Suveydayê kontrol kiribûn.
Piştî van bajaran HTŞ û SMOyê duh(8ê Kanan Paşiyê) paytext Şam jî kirin bin kontrola xwe.
Bi vî awayî desthilatdariya Esad a 53 salan ku di sala 1971an de bi Hafiz Esad dest pê kir û bi kurê wî Beşar Esad re dewam kir, bi dawî bû.
(AEK/AY)