Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Tartuffe ya Moliere li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê wê bi kurdî pêşkêş bike.
Şano wê 18ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê de li Enqereyê, li Salona Şanoyê ya Navenda Çandê ya Anadolûyê ya Haci Bektaş Veliyî bê lîstin.
Paşê jî 20 û 21ê Kanûna Pêşiyê li Stenbolê, li Navenda Hunerê ya Suyê wê bilîze. Herî dawî jî wê di 22 û 23yê Kanûna Pêşiyê li Îzmîrê, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetê bê pêşkêşkirin.
Tartuffe ji hêla Moliere ve hatiye nivîsandin û Şexmûs Seferî ji bo kurdî wergerandiye. Derhênerê lîstikê Ruknettîn Gun e.
Di lîstikê de Yavûz Akkûyu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Emektar, Hamdûsena Ozbey, Şahperî Alphan, Dîjle Guneş Yavûz, Mahmût Kosem û Ozkan Şeker dilîzin.
Ramîn Rebî muzîk çêkirine, Îsmaîl Dag jî ronahiya şanoyê saz dike. Dîzayna afîşê Sevînç Adiyamanê çêkiriye ku karîkaturên Denîz Ilginî tê de ne.
Bixwîne - Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike
Mijara lîstikê
Orgonê dewlemend, kesekî bi navê Tartuffe vedihewîne mala xwe.
Tartuffe weke kesekî gelekî bawermend xuya dike û Orgon wî dixe şûna ezîzan. Xwarin û vexwarinên xwe yên herî baş pêşkêşî wî dike. Wî ji jin û zarokên xwe pêştir dibîne. Dixwaze keça xwe bi Tartuffe re bizewicîne. Herweha dixwaze kurê xwe ji navê derxe û mîrateya xwe tenê bide Tartuffe.
Hemû heval û malbata Orgonî pê dizanin ku Orgon xwe weke kesekî xwedî exlaqê bilind nîşan dide. Lê ew diz e û kiryarên wî ne li gorî şîretên wî ne.
Organî hişyar dikin ku dibe wî bixapîne. Lê Orgon guh nade van şîretan.
Di dawiya dawî de, bi guhên xwe dibihîze ku Tartuffe dixwaze jina wî ji dest wî bibe û bi vê re ferq dike ku îxanet lê hatiye kirin. Bera Tartuffe dide. Tartuffe jî dixwaze dest deyne ser mal û milkên wî û wî bavêje girtîgehê û heyfa xwe jê hilîne. (FD)