Sîyasetmedarê kurd, wekîlê berê yê TIP(Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Tarik Ziya Ekîncî ji bersiva pirsên edîtorê bianetê Ekin Karacayî da.
Tarik Ziya Ekîncî 93 salî ye wî diyar kir ku wî gelek hilbijartin dîtine lê belê nayê bîra wî ku wî hilbijartineka bi vî rengî dîtibe.
Wî got:
“Serokkomar (Recep Tayyip Erdogan) temsîlkarên çar partiyan yanî temsîlkarên piraniya civakê wek piştevanên terorê nîşan dide ev yek dê kêrî ti kesan neyê.
“Ji sala 1946ê ve hilbijartinan dişopînim. Ji hingê ve heta niho min hilbijartineka ev kasê kêş-ve-kêş tê de heyî nedîtiye.
“Ti metirsîyên ji derve bêne ser Tirkiyeyê nînin. Lê ji ber vê rewşa tê çêkirin metirsîyeka navxweyî heye.
“Civaka navneteweyî êdî gihaye qinaeteka welê ku Tirkiye nikare bê birêvebirin û rêvebiriyeka faşîst li Tirkiyeyê heye.
Dewleta kûr
Tarik Zîya Ekîcî
“Ji berê ve ye ku behsa dewleteka kûr tê kirin. Nayê zanîn ka çi ye û kî ne lê ‘dengê wan vedide.’
“Li gor qinaeta min dewleta kûr hêj heye û her ku diçe dibe hêzeka Erdoganî dîzaynkirî.
Biryara HDPyê
Tarik Zîya Ekîcî û Ekîn Karaca
“Ez dengê xwe bidim ez ê bidim mixalifa/ê herî xurt.
“HDPyê biryareka baş da. Wê li cihên ku nikare encameka baş bistîne berbijarên xwe nîşan neda.
Çalakiya xwekuştinê
“Li gor min çalakiya xwe-kuştinê gelekê xelet e. Divê ji beriya her tiştî em bijîn û rê bidin kes bijîn. Dema me sîyaset dikir armanca me ew bû ku em civatê zindî bikin û bi pê ve bibin.”
(EKN/MB)