Li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê, pêşangeha "Rûyên Felsefeyê" di çarçoveya projeyê "Raborî Pêşeroj e" de hat vekirin. Proje ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin.
Ji bo projeyê navborî çîroka jiyana fikirkarên Ewropayî hat nivîsandin û çapkirin. Gelek kes beşdarî projeyê bûn. Kesên wekî: Lain Badiou, Etienne Balibar, Tarik Ali, Janette Habel, Michael Löwy, Gretchen Dutschke-Klotz û Jeremy Corbyn ji bo projeyê bûn alikar. Michael Löwy, Eleni Varikas, Gretchen Dutschke-Klotz, Goran Therborn, Ahmet Turk, Mithat Sancar, Gultan Kışanak, Omer Laçiner û Cengiz Çandar jî wekî axêver beşdar dibin.

Lansmana Projeya Bîra Çandî ya "Raborî Pêşeroj e" wê li Amedê bê lidarxistin
Roja yekemîn bi pêşangeha wênesaz Ayla Aksoyoglu ve dest pê kir. Di pêşangehê de Hevserokên Bajarê Mezin ên Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun û gelek rêverberên saziyan beşdar bûn. Beriya ku beşder li pêşangehê bigerin Ulaş Bager Aldemîr, Ayla Aksoyoglu û Dogan Hatun axivîn.
"Em di bin baskên hunerê de kom bûn"
Paşê wenêsaz Ayla Aksoyoglu axivî û diyar kir ku ew pêşangeh xeyalê gelê Kurd e û got: “Ez hêvîdar im ku hevalên me Sirri Sûreya Onder baş bibe. Îro em di bin baskê hunerê de hatin ba hev. Ew sergî ji bo azadîyê ye. Ew proje şanî min kir ku ez xeyal bikim.”
"Hûn li bajarekî dijîn ku hûn dikarin bîrê zindî bihêlin"
Hevşaredar Hatun derbarê raborî û bîrê de wiha axivî: "Raborî pêşeroj e, gelek nirxên ku divê bên bibîranîn hene. Cihê ku hûn lê dest pê dikin, bêguman pir hêja û bi qîmet e. Divê çend gotinên ji bo mêvanên ku ji derve tên bên gotin. Li dora vê avahiyê hemû kolanên ku hûn dikarin bibînin hene. Hemû berhemên ku hûn dibînin, hemû dîrok, hemû civak, di her yekê de bîranînek heye. Şopên çand û şaristaniya hezaran salan hene. Di dîroka nêzîk de dîroka têkoşîna 100 salên dawî jî heye. Hûn li bajarekî dijîn ku wênekêşa hêja ya wek Ayla Xanim dikare li ser tualê xwe wêne bike û bîranîna zindî bijî."
"Em hêvîdar in ku rojin bên ku em karibin bi hev re bijîn"
Hevşaredar Hatun axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Careke din em hêvîdar in ku rojên ku em dikarin bi hev re bijîn ku em tenê huner, çand û dîrokê bijîn û ji bo van tiştan kes canê xwe winda neke. Em careke din nabêjin dergûşa dîrokê ji bo bajarekî wiha, ji bo dîrokê, bîranînê, dîroka zindî. Ji ber ku di gelek dergûşên dîrokê de bi hezaran navên ku diaxivin hene."
Piştî axaftinê, Hevşaredar Bucak û Hatun û yên li gel wan, pêşangeha "Rûyên Felsefeyê" geriya ku tê de neqşên ku Ayla Aksoyoglu di pirtûkê de xêz kirîne.
Armanc parastina bîra çandî ye
Projeya navneteweyî ya bîra çandî ku bi pêşengiya nivîskar Ulaş Bager Aldemir tê meşandin, armanc dike ku komhevkirina rewşenbîrî û mîrasa siyasî ya salên 1960î aşkera bike. Bi vê projeyê tê armanckirin ku ezmûnên şahidên girîng ên wê demê ji nifşên pêşerojê re bên veguhastin û bîra çandî bê parastin û jiyandin.
Di çarçoveya projeyê de 17-18 Nîsanê li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê atêlye, hevpeyvîn û konser wê bên lidarxistin.
Pirtûka "Raborî Pêşeroj e" ji aliyê Ulaş Bager Aldemir û Melisa Yildirimê ve hatiye amade kirin. Her weha pirtûk di 3ê Nîsana 2025an di weşanên Ayrintiyê de çap bû. Di pirtûkê de hevpeyvînên rûbirû yên bi navdarên sosyalîst hatine kirin, berhev kirine. Hevpeyvînên navdarên weke Alain Badiou, Etienne Balibar, Tarik Ali, Janette Habel, Michael Lowy, Gretchen Dutschke-Klotz û Jeremy Corbyn hene.
Her weha pêşgotina pirtûkê Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bianetê Nadire Mater, Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Ertugrul Kurkçu û Hevsrokê berê yê HDPê Prof. Dr. Mîthat Sancar nivîsiye.
(ED/AY)