Tara Mamedova wê li Stenbolê konserekê bide. Konsera Mamedovayê wê roja 9ê Kanûna Pêşiyê li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê li Moi Sahne ya Mall of İstanbûlê pêk bê.
Mamedova wê di konserê stranên xwe yên ji albûmên xwe yên kevn û single-ên xwe bistirê.
Tara Mamedova kî ye?
Zaroktiya wê li Kirgizîstan ve Rusyayê derbas bûye, perwerdeya xwe ya muzîke li Fransayê domandiye. Her çiqas meyla wê ji ber muzîkjenên kuçeyê ku li wê derê hev nas kirine, çûbe ser jazzê jî, bi melodiyên muzîka Romans ya Rusî, bi zimanê xwe yî zikmakî Kurdî re lihev aniye û albûma xwe ya yekem "Ax" weşandiye. Bi tarza xwe ya cuda di demeke kurt de bal kişandiye û li welat û li derveyî welat gelek konser dane. Bi hunermend û bestekara navdar Yasmin Levy re stranên hevpar çêkiriye, helbestên wê ji aliyê hunermenda Unesco û Rusyayê Zara Mgoyan ve jî hatine xwendin. Ji bilî "Ax" “Live Studio Session Istanbul” û “Giran” sê albûmên wê û gelek xebatên wê yên weke sîngle hene. (FD)