Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Kaos GLyê rapora xwe ya çavdêriya li medyayê ya sala 2021ê aşkere kiriye. Rapor îro bi civîneke çapemeniyê ya online hate aşkerekirin.
Komele 14 sal in ku çavdêriya LGBTI+yan di medyayê de dike û encaman weke raporan belav dike. Alî Ozbaşî lêkolîn kiriye û Koordînatora Programa Medya û Ragihandinê ya komeleyê Yildiz Tarê jî rapor nivîsandiye.
"LGBT+ weke pirsgirêkan tên dîtin"
Zêdetirî 300 rojnamegerî û LGBTI+ parêz beşdarî civînê bûn. Yildiz Tarê di destpêka civînê de axivî û wiha got:
“Medya, nûnertiya LGBTI+yan, jiyana wan, hizrên wan, têkoşîna wan nake. Li şûna wê, derbarê LGBTI+yan de diaxive. Ne mimkun e ku LGBTI+ bikaribin dengên xwe di medyayê de bibihîzin.
"Yanê di medyayê de LGBTI+ ne weke mirovan tên nîşandan. LGBTI+ di medyayê bi jiyan, îrade û mafên xwe û weke xwe xuya nakin; em dikarin bibêjin ku weke “pirsgirêk” tên nîşandan.”
“Berpirsiyariyeke dîrokî li ser milê rojnamegeran e”
Piştî Tarê, Alî Ozbaşî behsa naveroka raporê û encamên derketine holê kir. Ozbaşî wiha got:
“Li gorî nêrîna min berpirsiyariyeke dîrokî li ser milê rojnameger, edîtoran e. Hevsengiya rewşa nû çi dibe bila bibe, divê bifikirin bê ka wê kedê bidin kîjan aliyî, em li vir bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne.”
Di raporê de hatiye diyarkirin ku sala 2021ê di 2 hezar û 161 nûçe, gotar û hevpeyvînan de cidakarî li LGBTI+yan bûye.
*Ev ji sedî 54ê hemû weşanan e. Di hezar û 249 metnan de gotinên nefretkirinê hatine dîtin ku ji sedî 31ê hemû metnan e. Di hezar û 148 metnan de jî LGBTI+ an jî komele, dem û dezgehên LGBTI+yan weke hedef hatine nîşandan û sûcê nefretkirinê kirine.
10 rojnamegerên ku behsa LGBTI+yan kirine
*Di medyaya berbelav de sala 2021ê 2 hezar û 103 nûçe, gotar û hevpeyvîn derbarê LGBTI+yan de hatine weşandin. Bêyî ku em lê binêrin bê ka di nûçe, gotar û hevpeyvînên wxe de cidakarî li LGBTI+yan kirine, gotinên nefretkirinê gotine, pêşdarazî li wan kirine yan jî mafên LGBTI+yan binpê kirine yan na 10 rojnameyên di rûpelên xwe de behsa LGBTI+yan kirine ev in:
*Yeni Akit, 319 nivîs, ji sedî 15
*Cumhuriyet, 149 nivîs, ji sedî 7
*BirGün, 143 nivîs, ji sedî 7
*Evrensel, 110 nivîs, ji sedî 5
*Aydınlık, 107 nivîs, ji sedî 5
*Hürriyet, 93 nivîs, ji sedî 5
*Gazete Pencere, 90 nivîs, ji sedî 4
*Milliyet, 89 nivîs, ji sedî 4
*Milat, 88 nivîs, ji sedî 4
*Yeni Şafak, 88 nivîs, ji sedî 4
Yeni Akit, Aydınlık, Milat û Yeni Şafakê hema hema di hemû nûçe, gotar û hevpeyvînan de cidakarî kirine û gotinên nefretkirinê gotine; Cumhuriyet, BirGün, Evrensel û Gazete Pencereyê jî li gorî rojnamegeriya mafparêz cih dane LGBTI+yan. (EMK/FD)