Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sezgin Tanrikulu, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo 24ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê daxuyaniyek weşandiye. Di dema desthilatdariya Împaratoriya Osmaniyan de, 24ê Tîrmeha sala 1908an dawî li sansura li ser çapemeniyê hatiye û ji wê rojê heta niha ev roj were Cejna Çapemeniyê tê pîrozkirin.
Tanrikuluyî diyar kiriye ku ji 2002an, roja Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) bûye desthilatdar heta dawiya sala 2019an li Tirkiyeyê heri hindik 721 rojnameger hatine girtin.
“18 salin zext û qedexe berdewam in”
Tanrikuluyî wiha gotiye:
“Bi hikûmetên AKPyê re Tirkiye ji sala 1908an jî bi şûndetir ketiye û êdi rojnameger ‘nikarin nûçeyan binivîsin”. 18 sal in ku zext û qedexe zêde dibe û berdewam dike. Li hêlekê bi hezaran rojnamegerên ku sere xwe ji AKPyê re natewînin ji kar tên avêtin û li hêla din jî lêpirsîn ji bo rojnamegerên dixebitin tên amadekirin, doz li wan tên vekirin, tên desteserkirin-girtin û biryarên qedexeya weşanê ji bo wan tên dayîn.
Li hêla din jî ji ber ku saziyên çapemeniyê yên weke “navendî” û “alîgir” tên binavkirin, di nava têkiliyên kirêt, siyasî û ekonomik de ne û ne nûçeyan lê li dû îhaleyan dibezin, gelek kêm kes ji xwe re “azadiya çapemeniyê” dikin derdê xwe.
“Tirkiye ji 180 welatan welatê 154an e”
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2020an aşkere kiribû ku Tirkiye ji 180 welatan di rêza 154an de ye. Beriya niha Tirkiye di rêza 157an de bû. Ev nayê wê wateyê ku rewşa wê baş bûye. Ji ber ku li welatên din rewş xirabtir bûye û bi 1em Pakêta Reformê ya Darazê hinek rojnameger tehliye bûne, Tirkiye sê rêzan berjortir bûye.
* Heta 17ê Tîrmeha 2020an li Tirkiyeyê herî hindik 93 rojnameger û xebatkarên medyayê di girtîgehan de bûn.
* Zêdetirî 10 hezar rojnameger ji kar hatine derxistin. Kartên çapemeniyê yên zer ên rojnamegerên ne alîgir in hatine betalkirin.
* Di şeş mehên pêşiyê de;
Herî hindik li 19 rojnameger, nivîskar û weşangeran ceza hatine birîn. Doz li bi dehan rojnamegeran hatine vekirin û lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin.
Herî hindik 16 rojnameger hatine girtin.
Herî hindik 52 rojnameger hatine desteserkirin.
RTUK, Saziya Îlanên Çapemeniyê û Saziya Teknolojiyên Zanistiyan cezayê qedexekirina weşanê, qutkirina îlanan, rawestandina weşan/bernameyan û cezayê pereyan herî hindik li 158 saziyên çapemeniyê û malperan biriye.
Êrîşa laşî/çekdarî herî hindik li 5 rojnamegeran bûye. Siyasetmedar, rêveberên herêmî û hêzên asayişe gefên kuştinê li gelek rojnamegeran xwarine.
* Tenê di meha Hezîranê de
2 rojnameger hatine girtin, 6 rojnameger hatine desteserkirin.
Ceza li 3 rojnamegeran hatiye birîn, Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê rojnamegerekî qebûl kiriye.
Lêpirsînname ji bo 5 rojnamegeran hatiye amadekirin, doz li rojnamegerekî/ê hatiye vekirin.
Cezayê pereyan li 2 kanalên televizyonê hatiye vekirin. Weşana herî hindik 65 malperan hatiye qedexekirin. Cezayê qutkirina îlan û reklaman ji bo 45 rojan dane rojnameyekê.
Şaredarekî ji ber nûçeyek li ser wî çêkiriye, gef li rojnamegerekî/ê xwariye. Di encama êrîşeke çekdarî de rojnamegerek birîndar bûye. Gef li rojnamegerekî/ê hatiye xwarin.” (RT/FD)