Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenterên CHPyê, Sezgîn Tanrikûlûyî û Alî Şekerî li dijî operasyona li HEDPyê hatî kirin helwesta xwe nîşan da.
Sezgîn Tanrikûlûyî li ser Twîtterê nivîsîye:
‘’ Ev tiştê îşev hatî kirin ne bi tenê derbeyek e, tevgereka parçekirina welatî ye!’’
Şeker: Provakasyoneka ji bo gêreya tûndkariyê ye
Parlamenterê CHPyê ji Îlerî Haberê re gotiye:
‘’Di 15ê Tîrmehê de hat xwestin ku derbeyek bê kirin, niho derbeyeka bi wî rengî tê kirin. Li şûna ku rêyên demokrasîyê bêne vekirin ev provakasyona ji bo gêreya tûndkariyê tê kirin. Ew di hewleka welê de ne ku partiyeka 6 milyon deng standîn ji parlamentoyê derbêxe.’’
(YY/MB)