Fotograf: Umut-Sen
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sezgîn Tanrikûlû, Parlementerê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) rapora xwe ya derbarê cînayêtên karî ên 18 salan weşandiye.
Tanrikuluyî di rapora xwe de gotiye ku ‘’desthilatdarê mafê teqawidbûnê û yê tazmînatê yên karkeran xistiye nava torbeyê yaseyan û daye qebûlkirin û bi vî awayî dest daniye ser gelek mafan’’. Tanrikuluyî di raporê de diyar kiriye ku; ‘’Ger yasa bêqebûl kirin wê karkirina bêewle berbelavtir bibe. Ji bo karkerên emrê wan di bin 25an de ye û zêdeyî 50 ye, peymana karên demdirêj heya 2 salan bê şert û merc dikare were çêkirin."
Tanrıkuluyî bal kişandiye ser raporên cînayetên têkildarî karî yên ji hêla Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) ve hatine amadekirin û diyar kiriye ku di navbera salên 2002-2020ande "tevî sedemên pêşîgirtina wan mimkûn bûye" herî kêm 25.716 karker mirine.
Li gorî raporê, di sala 2002an de 146 kes di cînayetên karî de mirine. Ev hejmar bi salan zêde bûye û bi tevahî 25.716 karker di cînayetên karî de mirine. Hejmara karkerên ku di dema nexweşiya koronavirusê de mirine jî 325 in.
Di raporê de behsa daneyên Saziya Ewlehiya Civakî jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: "Li gorî hejmarên ku SGKyê ragihandine, di sala 2014an de 494 karker, di 2015an de 510, di sala 2016an de 597 karker bi nexweşiyên pîşeyî ketine. Her weha hatiye gotin ku di 2016an de 72 karkerên ku nexweşiyên pîşeyî li wan peyda bûne ji ber rewşa 'Bi demkî nikare kar bike' li ser piyan, 79 karker jî ji ber rewşa ’Bi demkî nikare kar bike’ razandî hatine dermankirin. (RT/VU/FD)