Fotograf: Fatîh Kurt / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevdîtinên li ser projeqanûna derbarê medyaya civakî û rojnamegeriya înternetê, hatine taloqkirin.
Civakê navê qanûna dezenformasyonê li projeqanûnê kiribû û li gorî plansaziya hikûmetê, wê li Cıvata Giştî ya Parlamentoyê bihata gotûbêjkirin.
Ji ber ku wê rê li ber sansûrê vekira, gelek rexne li projeqanûnê dihat kirin. Li gorî zanyariyan, hevdîtina ji bo projeqanûnê ya li Parlamentoyê wê meha Çiriya Pêşiyê ango di serdema nû ya qanûnçêkirinê de pêk bê.
Li gorî nûçeya ku malpera Dikenê spartiye wekîlên serokê koma AKPyê û li gorî nûçeya ku malpera Kısa Dalgayê spartiye hin çavkaniyên din ên AKPyî, Parlamento wê di 7ê Hezîranê de dest bi betlaneyê bike.
Heta vê demê wê hevdîtinan li ser qanûnên lezgîn bikin.
Li dijî qanûnê bertek mezin bûn
Parlamenterê AKP û MHPyê bi hev re projeqanûn pêşkêşî Parlamentoyê kiribûn û heta roja pêşkêş nehate kirin, kesî naveroka wê nizanîbû. Ji bo vê projeqanûnê civakî navê "qanûna sansurê" lê kiribû.
Rojnameger li dijî projeqanûnê derketibûn û li gelek bajaran çalakî li dar xistibûn. Her weha parlamenterên partiyên mixalif jî li Parlamentoyê gelek caran çalakiyên protestoyî pêk anîbûn.
Gava projeqanûn bê pejirandin wê tawana "belavkirina zanyariyên ne rast a bi rengekî aşkere, di nava gel de" li Qanûna Cezayan a Tirkan bihata zêdekirin û kesên ji bo "metirsî, tirs û panîkê saz bike, ewlehiya navxwe û ji derve ya welêt, sîstema civakî û aştiya civakî têk bibe" weşanan bikin, ji salekê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê wê bên cezakirin. (HA/FD)